Malpera me “Sînemaya Serbixwe” dest bi weşanê kir!
Malpera Sînema, Çand-Huner û Zanistê www.sinemayaserbixwe.com dest bi weşanê kir!
Rêwîtiya me ya weşanê di adara sala 2017’ê de weke www.sinenuce.com dest pê kir û piştî salekê ji ber hin sedeman em mecbûr man navber dan weşana xwe. Dû vê dîrokê weşana me di medyaya civakî de berdewam kir û di dawiya sala 2018’ê de me fanzîneke bi Kurdî li ser Sînema, Çand-Hunerê derxistin.
Malpera Sînemaya Serbixwe weke dengeke nû û rengîn li pêşberî xwendevanên xwe. Kesên ku dixwazin nivîs, nûçe, gotar û hevpeyivînên wan bêne weşandin, dikarin nivîsên xwe bi riya e-mailê ji me re bigehînin. Ji bo sêwir û çêkirina logoya malpera me, em ji Jujî Tasarimê re zor spas dikin.
Navnîşan: sinenuce@gmail.com sinemayaserbixwe@gmail.com