Martin Scorsese û Leonardo DiCaprio ji bo fîlmê “The Wager” tên cem hev

Martin Scorsese û Leonardo DiCaprio ji bo projeya fîlmê “The Wager” tên cem hev. Fîlmê nû, dê ji pirtûka David Grannî ya “The Wager: A Tale of Shipwreck, Mutiny and Murder” bo hunera sînemayê bê kişandin.

Derhêner Martin Scorsese û lîstikvanê sînemayê Leonardo DiCaprio her dawî di fîlmê “Killers of the Flower Moon” (2023) xebitibûn û vê carê jî ji bo projeya fîlmê “The Wager” tên cem hev û dê li ser pirtûka “The Wager: A Tale of Shipwreck, Mutiny, and Murder” bixebitin.

Fîlm, di salên 1740an de li Amerîkaya Başûr diqewime ku dê çîroka enqaza komkeştîya Îngiliz a “The Wager”ê bîne perdeya sînemayê û qala têkoşîna muretebatên keştîyê bike. Hate ragihandin senarîstê fîlmê hêj diyar nîne û fîlm dê ji aliyê pargîdanîya Imperative Entertainmentê û bi çêkerîya Dan Friedkin û Bradley Thomas ve bê kişandin.

Scorses, Sikelia Productions, DiCaprio, Jennifer Davisson, Eden Productions û Richard Plepler dê di fîlmê “The Wager” de weke EPyê bixebitin. DiCaprio di heman demê de serlîstikvanê fîlmê ye.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir