“Meha Fîlman a Ewropayê” destpê dike

“Meha Fîlman a Ewropayê” ji aliyê Akademîya Fîlman a Ewropayê ve û bi hevkarîya Europa Cinemas û MUBIyê tê lidarxistin ku îsal dê di 13ê Mijdarê de destpê bike û heta 10ê meha Berfanbarê bi bernameyên taybet, çalakîyên hunerî û retrospektîfan ve bidome.

Bernameya sînemayê wê li 35 welatên parzemîna Ewropayê bê lidarxistin û curbicurîya fîlmên Ewropayê pîroz dike. Di çarçoveya “Meha Fîlman a Ewropayê” de platforma dîjîtal a MUBIyê ji bo temaşevanên sînemayê berhevokên taybet ên fîlman amade kiriye.

avrupa film

Meha fîlman îsal dê di dîroka 13ê mehê de bi çalakîya Roja Sînemayê ya Mala Hunerê ya Ewropayê (CICAE) û bi Xelata Temaşevanên Ciwan a Akademîya Fîlman a Ewropayê ve destpê bike. Di bernameya sînemayê de îsal retrospektîfên sînemagerên wekî Lars von Trier, Jacques Tati, Jonas Mekas jî hatine amadekirin û li bajarê Koldingê yê Denmarkê dê ji bo takekesên demansî kurtefîlmên taybet bêne nîşandayîn.

Gelek salonên sînemayê di “Meha Fîlman a Ewropayê” de wê bal bikişînin ser fîlmên ku ji welatekî din ê Ewropayê hatine. Li bajarê Kîevê dê retrospektîfeke Îtalî û li Berlînê jî Festîvala Fîlman a Frensayê derbikeve li pêşberî sînemahezan. Bernameya sînemayê dê di 10ê meha Berfanbarê de li 35emîn Xelatên Fîlman a Ewropayê, li bajarê Reykjavikê bi dawî bibe. Di merasima Xelatên Fîlman a Ewropayê de dê berendamên Xelata Temaşevanan a LUXê bêne eşkerekirin û xelatkirin.

Ji bo bername: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir