Mêvana hefteya nû ya bernameya Dîwanên Sînematîkê: Solîn Yûsif
Bernameya Dîwanên Sînematîk ji aliyê rojnamegerê kurd Ekrem Yildiz ve tê amadekirin û beşên bernameyê li ser kanala Youtubeê ya Botan Timesê têne weşandin. Di hefteya dawî ya meha Tîrmehê de mêvana bernameyê, derhênera kurd Solîn Yûsif e. Yûsif dibêje, “Fîlma Mala Bêban gelek dergehên dî li ber min vekirin.”
Derhênera kurd Solîn Yûsif (1987, Duhok), heta niha gelek fîlm û rêzefîlman kişandine ku fîlmên wê li platforma dîjîtal a Netflixê û televîzyonê Almanyayê hatine weşandin. Yûsif, bi fîlmê xwe yê bi navê “Haus Ohne Dach” (Mala Bêban) û bi rêzefîlmên xwe yên wekî; “Soko Leipzig”, “Meiberger – Im Kopt das Täters”, Skylines û “Deutschlans 89” tê naskirin.
Plaforma nûçeyan a Botan International Saziyeke nû ya perwerdeya Rojnameya Kurdî ya hevkara RSFyê ye ku sala par li Amedê bi piştevaniya RSFê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegeriya Kurdî hate vekirin. Sazî li ser çapemeniyê Kurdî xebatên perwerdehîyê û bername, vîdyo û nûçeyên bi Kurdî amade dike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com