Mêvanê beşa nû ya bernameya Dîwanên Sînematîkê: Dr. Xosro Sîna

Bernameya Dîwanên Sînematîkê ji aliyê rojnamegerê kurd Ekrem Yildiz ve tê amadekirin û li ser kanala Youtubeê ya platforma Botan Timesê diweşînin. Akademîsyen û lêkolînerê kurd Dr. Xosro Sîna ji Rojhilatê ye û bû mêvanê beşa nû ya bernameya Dîwanên Sînemayê. Sîna dibêje “Du boçûnên ciyawaz li ser pênaseya Sînemaya Kurdî hene.”

Akademîsyen û lêkolînerê kurd Dr. Xosro Sîna bi salan e li ser sînemayê û şanoyê dixebite, derhêner û senaryonûs e. Pirtûka wî ya bi navê “Cultural Identity and Kurdish Cinema“ (Zanava Kultûrî û Sînemaya Kurd) hatiye weşandin.

Khosro Sina (Xosro Sîna) kî ye?

Derhêner û senarîst Khosro Sîna li sala 1971 li bajarê Mihabadê ji dayik bûye û li Zanîngeha Sanandajê di beşa sînemayê de mamoste ye. Sîna, li Zanîngeha Tehranê di beşa şanoyê de lîsansa xwe temam kiriye. Wî li Zanîngeha Tehranê  di beşa sînamayê de doktor jî xwendiye.

Khosro Sîna di heman demê de bi karen şanoyê û sînemayê mijûl bûne. Heta niha çend senaryo nivîsiye û derhêneriya çend fîlmên dirêj yên sînemayê, rêze fîlmên televîzyonî û şanogeriya professional kirine. Sîna, damezrênerê beşa huner li Zankoye Azad ya bajarê Sanandaj (Sîne) ye. Bi salane wek mamoste ders dide û mîna vekoler gelek babet û gotarên zanistî weşandine û 3 pertûk çap kirine û gelek maqalê li ser sînemayê nivîsîne. Wî gelek semînerên zanistî û workshopên hunerî ji birêve birine û hîn jî bi rêve dibin. Du filmen wî beşdarî pêşbirkên festîvalên fîlman ên navnetewî de cih girtine.

Derhêner û senarîst Khosro Sîna, û edîtor û çêker Mastaneh Mohajerê di Îlona sala 2018an de li bernameya 6’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê (Duhok IFF), di beşa Sînemaya Kurdî de bûbûn Endamên Juriyê.

Li malpera sînema û fîlman a İMDB’yê Fîlmografiya derhêner û senarîstê kurd Khosro Sînayî:

https://www.imdb.com/name/nm7281878/

Lînka Pirtûka bi navê “Cultural identity and Kurdish Cinema” ya Khosro Sînayî:

https://www.academia.edu/35839836/Cultural_identity_and_Kurdish_cinema

Plaforma nûçeyan a Botan International Saziyeke nû ya perwerdeya Rojnameya Kurdî ya hevkara RSFyê ye ku sala par li Amedê bi piştevaniya RSFê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegeriya Kurdî hate vekirin. Sazî li ser çapemeniyê Kurdî xebatên perwerdehîyê û bername, vîdyo û nûçeyên bi Kurdî amade dike.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir