Mêvanê beşa nû ya bernameya Dîwanên Sînematîkê: Kazim Oz
Bernameya Dîwanên Sînematîkê ji aliyê rojnamegerê kurd Ekrem Yildiz ve tê amadekirin û li ser kanala Youtubeê ya platforma Botan Timesê diweşînin. Derhêner-senarîstê navdar û xelatgirtî yê kurd Kazim Oz di hefteya nû ya Îlonê de bûye mêvanê beşa nû ya bernameya Dîwanên Sînematîkê. Derhêner Oz dibêje “Bîst sal e bi awayekî giştî sansûrek li ser fîlmên min heye”.
Kazim Öz kî ye?
Derhêner û senarîstê kurd Kazim Oz di sala 1973ê de li bajarê Dêrsîmê hate dinê. Oz di sala 1998ê de ji beşa Fakûlteya Endezyarîya Avahî ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê û di 2003yê de ji bernameya Masterê ya Beşa Sînema Teleyê ya Fakûlteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Marmarayê mezûn bû û di heman beşê de perwerdehîya xwe ya Doktorayê didomîne. Ji sala 1992yê pê ve çar sal di şanoya Jiyana Nû de lîstikvanî kir û di rejîyê de xebitî. Yek ji avakarên Kolektîva Sînemayê ya Mezopotamyayê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Yapim13ê ye.*
Kazim Oz, bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî; “Güneşe Yolculuk” (Alîkarê Derhênerê, 1999), “Fotograf” (2001), “Dûr” (2004), “Bahoz” (2008), “Demsala Dawî: Sewaxan” (2009), “Hebû Tune Bû” (2013) “Çinara Spî” (2014), “Zer” (2016) ve tê naskirin û fîlmên wî ji bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtin. Derhêner, herî dawî kêşana fîlmê xwe yê bi navê “Bir Kar Tanesinin Ölümü” (Mirina Hebeke Berfê/The Lifespan of a Snowflake) xilas kir ku pêvajoya festîvalan ya fîlmê didome û ligel derhênerê tirk Semîr Arslanyurek fîlmekî navê “Elîf Ana” (Dayika Elîf) kişandiye.
Plaforma nûçeyan a Botan International Saziyeke nû ya perwerdeya Rojnameya Kurdî ya hevkara RSFyê ye ku sala par li Amedê bi piştevaniya RSFê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegeriya Kurdî hate vekirin. Sazî li ser çapemeniyê Kurdî xebatên perwerdehîyê û bername, vîdyo û nûçeyên bi Kurdî amade dike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com