Mêvanê beşa nû ya Dîwanên Sînematîkê: Bîlal Korkut
Bernameya Dîwanên Sînematîk ji aliyê rojnamegerê kurd Ekrem Yildiz ve tê amadekirin û li ser kanala Youtubeê ya Botan Timesê derdikeve li pêşberî temaşevanan. Her hefteyê derhênereke/î dibe mêvanê bernameyê. Di hefteya nû ya meha Pûşberê de mêvanê Dîwanên Sînematîkê, derhênerê kurd Bîlal Korkut e. Derhêner di bernameyê de dibêje, “Fikra fîlma Bîraxaneyê ji risteyeka Arjen Arî derket.”
Derhêner Bîlal Korkut derhênerîya kurtefîlmên; “Ez Tusubasa Me” (2016), “Li Pey Nanê Xwe” (2017) û “Çi Bikim”ê (2020) kirine. Di lîstikên şanoyê de weke derhêner cih girt, li ser hunera sînemayê dixebite û vîdyoyên geştê dikişîne.
Plaforma nûçeyan a Botan International Saziyeke nû ya perwerdeya Rojnameya Kurdî ya hevkara RSFyê ye û sala par li Amedê bi piştevaniya RSFê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegeriya Kurdî hate vekirin. Sazî li ser çapemeniyê Kurdî xebatên perwerdehî û bername, vîdeo û nûçeyên bi Kurdî amade dike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com