Mêvanê hefteya nû ya Dîwanên Sînematîkê: Şehram Elîdî
Bernameya Dîwanên Sînematîk ji aliyê rojnamegerê kurd Ekrem Yildiz ve tê amadekirin û li ser kanala Youtubeê ya platforma Botan Timesê digihîje li temaşevanan. Di hefteya nû ya meha Pûşberê de mêvanê bernameyê, derhênerê kurd Şehram Elîdî ye.
Beşa nû ya bernameya sînemayê ya Dîwanên Sînematîkê hate weşandin ku mêvanê vê hefteyê derhêner Şehram Elîdî ye. Elîdî dibêje, “Tu kes guhê xwe nadete çîrokên Enfalê yên bi awayekî realîstî hatine vegêran.”
Plaforma nûçeyan a Botan International Saziyeke nû ya perwerdeya Rojnameya Kurdî ya hevkara RSFyê ye ku sala par li Amedê bi piştevaniya RSFê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegeriya Kurdî hate vekirin. Sazî li ser çapemeniyê Kurdî xebatên perwerdehîyê û bername, vîdyo û nûçeyên bi Kurdî amade dike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com