Mîhrîcana Fîlman a Rojavayê dest pê dike
Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojavayê îsal cara 4’emîn, dê di navbera dîrokên 13-19’ê meha Mijdarê de bê li darxistin û dê li gelek bajarên Ewropayê û cîhanê jî fîlmên festîvalê bêne nîşandan.
4’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojavayê dîroka 13’ê Mijdarê dest pê dike û bernemeya festîvalê dê heta dîroka 19’ê Mijdarê bidome.
Di çarvoveya bernameya festîvalê de dê fîlmên dirêj (metraj dirêj), kurtefîlm, belgefîlm û anîmasyonan bêne nîşandan. Îsal bajarên Londra, Berlîn, Parîs, Barcelona, Hambûrg û Atîna jî têde, li gelek bajarên cîhanê jî dê nîşandanên fîlman bêne li darxistin.
ji bo agahî:
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com