Mijara belgefîlmê nû yê Jia Zhangkeyî: “Wêje”

Derhêner û senaristê navdar ê Çînî Jia Zhangke belgefîlmekî nû kişandiye û mijara belgefîlmê bi navê ‘So Close to My Land’ê weke “Wêje” hate eşkerekirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazıyê de cih digire, derhênerê navdar Jia Zhangke bo belgefîlmeke nû ya bi navê ‘So Close to My Land’ kişandiye û gihîştiye post-produksîyonê. Mijara belgefîlmê weke “Wêje” hate eşkerekirin.

Belgefîlmên balkêş; ‘Dong’ (2006) û ‘Wuyong’ (2007) yên Jia Zhangkeyî ji aliyê sînemahezan ve gelek hatin ecibandin, projeya belgefîlmê bi navê ‘So Close to My Land’, weke fîlmê dawî yê sêbareyê hatiye kişandin.

Mijara belgefîlmê ‘Dong’  “Wênesaz”, mijara ‘Wuyong’ ê jî ‘Mode û Cawkarî’ (Tekstîl) e. Belgefîmê dawî yê sêbareyê ‘So Close to My Land’ê qala wêjeyê dike û dê veguherînên derûnnasiyî yên civaka Çînî û jiyanên wêjekaran nîşan bide. ‘So Close to My Land’ê ji aliyê ‘mk2 films’ê ve li Parîsê hate kişandin.

Derhêner Jia Zhangke herî dawî fîlmê bi navê “Jiang Hu Er Nu” (2018) kişand.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir