Mistefa Dogan li ser Yilmaz Guney nivîsî

“Sînemaya Kurdî berî ku ava bibe, qehremanê xwe afirand.”
Mehmet Aktaş

YILMAZ GÜNEYÊ ME PIRR ZÛ MIR

Li ser têkiliya Yılmaz Güney û sînemaya Kurdî, heta niha gelek gotin an jî tespît hatine kirin lê bi ya min tu kesî mesele bi qasî Mehmet Aktaş bi zelalî negotiye.

Helbet sînemaya Yılmaz Güney digihîje ta serê salên 60î lê ew pêvajoya ku nasnameya wî ya sînemagariyê diyar dike, di sala 1968an dest pê dike bi min, yanî bi fîlma “Seyithan.”

Kurd, cara yekem di vê fîlma wî de berbiçav in. Ji laçik û sergirêdana jinan, ji navên karakteran ên wekî “Kejê”, “Keko”, diyar dibe ku Yılmaz Güney Kurd kirine navenda vê fîlmê. Di vir de temsîleke Kurdan jî mewcûd e ku Guney di kesayeta Karekterên xwe de xwestiye wan nîşan bide; “Mêr” in, dilpak in, xwedî edet û rêzik in, li kesî zordariyê nakin lê neheqiyê qebûl nakin.

20 sal beriya Kiyarostemî

Di destpêka fîlma “Seyithan” de sekansek heye ku bawer im ew Planên Dûr ên Abbas Kîarostemî tîne bîra gelek kesan. Dûzeke an jî deşteke mezin û dareke bi tenê. Ev plan yek ji sembolên herî berbiçav ên fîlmên Kîarostemî ye. Yılmaz Güney 20 salan berî wê, bi kameraya xwe ev sekans raberî temaşevanan kiriye. Ez ji peyva “întihal”ê hez nakim lê ji tesîrê pirr bawer im. Mimkun e ku kameraya Yılmaz Güney gelek tesîr li ser Kîarostemî kiribe.

“Hêvî(Umut)”

Hin fîlm hene, tenê bi tîradekê, dikarin hemû meseleyê safî bikin. Bêguman sehneya Tuncel Kurtdiz a ku qala xizanî û feqîriyê dike, ji bo fîlma “Hêvî”(Umut) a Yılmaz Güney jî wisa ye. Di “Hêvî”yê de dîsa karakter Kurd in, Kurdên ku li “Metropolên Biyanan” bûne belengaz. Di fîlmê de, Cabbarê ku hespê wî dimre û ji feqîriyê êdî nizane çi bike, berê xwe dide lêgerîna xezîneyan. Lê bi ser nakeve, çimkî car caran xizanî ji hêviyê xurttir e.

Yilmaz Güney li welatê xwe ye

Diya Yılmaz Güney ji Mûşê ye. Li gorî ku Güney dibêje, dema carekê diçe ziyareta mala xalanên xwe û jiyana koçerên Mûşê dibîne, qerar dide ku fîlma “Kerî”(Sürü)yê bikşîne.

Yılmaz Güney senarîst e û fîlm bi Zeki Ökten daye kişandin. Ji coxrafyayê heta cil û bergan, Kurdistan bi her tiştê xwe di fîlmê de heye. Zülfü Livaneli ji bo fîlmê muzîkeke mi’ezem çêkiriye. Herwiha dîmenên zozanan, tehmeke bêhempa ya sînemtografîk pêşkeş dike.

Mirov dikare bibêje ku fîlma “Kerî”, bi perspektîfeke standart a çepgiriyê hatiye nivîsîn. Ji xeynî meseleya feodalîzmê, tu problemên Kurdan li ber çav nîn in. Fîlm di nav bêîmkaniyê de hatiye qedandin. Tarık Akanê serkarakterê fîlmê(Şivan) dibêje; wan fîlma “Kerî” di nav tunebûnê de, tî û birçî, bi zehmetiyên zehf mezin kişandiye. Di vir de lazim e mirov qala lîstikvaniya bêqisûr a Tuncel Kurtdiz jî bike ku hêjayî pesindanê ye.

Yilmaz Güney, “Berî ‘Rê’ û piştî ‘Rê’

Bi qenaeta min û berhemên wî; beriya derketina/reva wî ya Ewropayê, Yılmaz Güney bêhtir bi çavekî îdeolojîk li meseleyan, nexasim jî li meseleya Kurdan mêze dikir. Erê Güney hertim xwedî li nasnameya xwe ya Kurdî derdiket lê dema em li fîlmên wî yên berî salên 80yî dinêrin, perspektîfa çepgiriyê pir li ber çav e. Yılmaz Güney, piştî derdikeve Ewropayê, li derdora Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, gelek dostên wî çêdibin. Kendal Nezan, Şivan Perwer, Mehmûd Baksî û Cegerxwîn ji van çend in. Ev şexsên ku min navên wan got; kesên xwedî hişmendiya neteweyî ne û di qada entelektuelî ya Kurdî de kesên muhîm in.


Herwiha Güney, Kurdên ji parçeyên din jî nas dike. Mîsal Dr. Evdirehman Qasimlo. Ew êdî Kurdên bi “Kurdî” jî nas dike. Dema meriv li wê axaftina wî ya meşhûr a Newrozê ya li Ewropayê dimeyzîne, mirov têdigihê ku ew bêhtir ber bi qada netewî ve çûye û di vê de jî para van kesên ku li derve Yılmaz Güney ew nas kirine gelek e.


Rast e; senaryoya “Rê”(yol) wî li Tirkiyê, di hepsê de nivîsiye lê li Ewropayê sererastkirinan dike û bi ya min ew detayên “Kurdî/Kurdistanî” yên fîlmê jî li wir çêbûne.

Kişandina “Rê” di wan demên Tirkiyê de (Piştî derbeya 12ê Îlonê) gelek zor bûye helbet. Bi zîrekiya Şerif Gören fîlm hatiye kişandin. Fîlma “Rê” jî wekî “Kerî”yê piranî li Kurdistanê ye lê di “Rê” de sehneyeke wisa heye ku mirov perspektîfa Yılmaz Güney a netewî a ku di “Kerî”yê de zêde nayê dîtin, hîs dike. Sehne ev e; yek ji mehkûman ji bo îzna demkî diçe welêt. Dema ew dikeve nav hidûdê Rihayê, li ser tabelayê, “Kurdistan” hatiye nivîsîn. Rê di warê polîtîk de jî ji “Kerî”yê bêhtir “Kurdî” ye li gorî min. Loma jî gelek analîstên sînemayê, fîlmografiya Yılmaz Güney wisa terîf dikin: “Berî ‘Rê’ û piştî ‘Rê’.”

Fîlma “Rê” di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata Palmiyeya Zêrîn girt.

GÜNEY: HETA 15 SALIYA XWE MIN TIM BI KURDÎ XEBER DIDA

Bavê Yılmaz Güney Zaza ye, diya wî jî Kurmanc e. Di roportajeke ku Chris Kutchera re kiriye de, Güney wilo dibêje; li mala me tenê Kurdî dihat axaftin. Heta 15 saliya xwe jî min hertim bi Kurdî xeber dida. Pişt re ez ji malbatê dûr ketim. Ez Kurdekî asîmîlebûyî me.

BI QASIMLO RE FÎLMEKÎ BI KURDÎ WÊ BIKIŞANDA

Dema qala Yılmaz Güney dibe, yek ji tişta min xemgîn dike ev e. Li gorî ku Mehmet Aktaş di gotara xwe ya “Kürt Sineması: Artık Bir Gerçek” de dibêje; Yılmaz Güney û Evdirehman Qasimlo, niyet dikin ku li Kurdistanê fîlmekî bi Kurdî bikşînin lê bi qansêrê ket û wefat kir.

Belê; Yılmaz Güneyê me pirr zû mir.

Nivîs: Mistefa Dogan

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: