Mizgînî: Sezona nû ya “Wednesday”ê di rê de ye!

Yek ji rêzefîlmên herî serketî yê sala 2022yê “Wednesday” qala serpêhatîya derasayî ya Wednesday Addamsê dike. Sezona yekem a rêzefîlmê sala par hatin weşandin ku bi tevahî ji 8 beşan pêk tê û bi cureyên gotîk, tirs, komedî, derexwezayî, dram, xiyalî ve tê kişandin. Hezkerên “Wednesday”ê ji zêdetirî salekê ye li benda beşên nû ne. Platforma dîjîtal a Netflixê bi nîşeya “Mizgînî: Sezona nû di rê de ye” ragihandin ku beşên sezona duyemîn tên. Lê dîroka weşanê ya beşên nû hêj nehate eşkerekirin.

Di hefteya yekem a Rêbendana sala 2023yê de malpera Netflixê bi vîdyoyeke danasînê ragihandin ku beşên sezona duyemîn ên rêzefîlmê dê bêne kêşandin.

“Wednesday” îlhama xwe ji rêzefîlmê “The Addams Family” (1964) û ji fîlmê “The Addams Family”ê (1991) girtiye, wekî rêzefîlmên Netflixê yên “The Sandman”, “The Fall of the House of Usher”, “1899”, “Stranger Things”, “Squid Game”, “Dahmer”ê û wekî fîlmên “The Wonder”, “The Pale Blue Eye” eleqeyeke mezin dît. Li gorî daneyên Netflixê rêzefîlmê “Wednesday” li seranserê cîhanê ji alîyê 150 milyon xanîyan ve weke 1,02 mîlyar saet hate temaşekirin û di lîsteya Rêzefîlmên Popûler ên Îngilîzî de bû duyemîn.*

Rêzefîlm, bi afirînerîya Alfred Gough, Miles Millar ve derket holê û derhênerê navdar Tim Burton, Gandja Monteiro, James Marshall tê de weke derhêner cî girtin. Senaryoya sezona yekem a rêzefîlmê Miles Millar, Alfred Gough, Kayla Alpert, April Blair, Matt Lambert bi hev re nivîsandin ku di Mijdara 2022yê de hatibû weşandin. Yek ji derhênerên rêzefîlmê Tim Burton di cureyên gotîk, tirs, komedî, derexwezayî, dram û xiyalî de fîlmên balkêş û biserketî kêşandin.

Sezona duyem a rêzefîlmê dê kengê bê weşandin?

Di 6ê Rêbendana 2023yê de platforma dîjîtal a Netflixê li ser hesabên xwe yên tora civakî vîdyoyeke danasînê ya “Wednesday”ê weşandibûn û ragihandin ku beşên nû yên sezona duyemîn dê bêne kêşandin û lê hêj ne diyar bû ku dê kengê bêne weşandin. Platforma dîjîtal a Netflixê du roj berê bi nîşeya “Mizgînî: Sezona nû di rê de ye” ragihandin ku beşên sezona nû tên.

Lîstikvanên Jenna Ortega, Joy Sunday, Emma Myers, Percy Hynes White, Hunter Doohan, Bianca Barclay, Christina Ricci, Georgeie Farmer, Moosa Mostafa, Gwendoline Christie, Catherine Zeta-Jones, Luis Guzmán di beşên sezona yekem de lîstin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir