Li gorî nûçeya ku di malpera sînemayê Filmloverss’ê de hatiye weşandin, Platforma MUBIyê, bi sedan fîlmên ku di arşîva wan de cih digirin, ji bo sînemahezan vekirin. Di beşa Koleksîyona MUBI’yê de, gelek kurtefîlm, belgefîlm û metrajdirêj ên klasîk û nû yên sînemaya cîhanê jî hene. Fîlmên François Truffaut, Ingmar Bergmanî jî di koleksîyona platforma dîjîtal de cih digirin.
Films you missed the first time we picked them.
Films you can discover all over again.
Films you never even knew existed.Our LIBRARY is now open.https://t.co/MA6hoScjUW pic.twitter.com/IXkaEicMAT
— MUBI (@mubi) May 20, 2020
Platforma fîlman MUBIyê, her sal ji bo berhevoka xwe fîlmên nû zêde dikin û sînemahez dikarin van fîlman heta mehekê temaşe bikin. Platform herî dawî bi sedan fîlmên ku di arşîva wan de cih digirin, ji bo sînemahezan weşandin. Fîlmên ku di arşîva MUBI’yê de cih digirin, bi sernavên wekî; Truffaut: Auteur û Sinefil, Kurtefîlman, Şeytanên ku di nava Ingmar Bergmanî de, Klasîkên Nûjen, Belgefîlm, Bijareyên Festîvalên Fîlman de hatine amadekirin. Temaşevan dikarin bi endamîya MUBI’yê re hemû fîlmên ku di arşîva platformê de cih digirin, temaşe bikin. Ji bo fîlmên di beşa pirtûkxaneyê de hatine weşandin, weke maweyê tu vesînorkirin tune. Temaşevan di demeke nêz de dikarin fîlmên ku beşa Koleksîyonê de cih digirin, li ser sepanên Apple û Androidê jî temaşe bikin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com