Muzeya Fîlman a Akademiyê dê bê vekirin
Muzeya Fîlman a Akademiyê, dê di dawiya sala 2020’ê de bê vekirin. Lîstikvanê navdar Tom Hanks mutewellîyê muzexanê ye û Hanks eşkere kir ku “Muzeya Fîlman a Akademiyê” dê di 14ê meha Berfanbarê de li Los Angelesê bê vekirin û têde hin anîmasyonên Hayao Miyazakiyî û retrospektîfeke Federico Fellini jî cih digirin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazı’yê de cih digire, Muzeya Fîlman a Akademiyê (Academy Museum of Motion Pictures) dê di dawiya sala 2020’ê de li Los Angelesê were vekirin. Lîstikvanê navdarê Amerîkayê Tom Hanks mutewellîyê muzexanê ye û lîstikvan di Merasîma 92’emîn Xelatên Oscarê de eşkere kir ku “Muzeya Fîlman a Akademiyê” dê di 14ê meha Berfanbarê de bê vekirin û têde hin anîmasyonên Hayao Miyazakiyî û retrospektîfeke Federico Fellini jî cih digirin.
Lîstikvan Tom Hanks digel xelatgira Oscarê lîstikvana navdar Annette Bening û CEOyê pargîdaniya Walt Disneyê Bob Iger, li ser projeya Muzeya Fîlman a Akademiyê dixebitin. Tom Hanks eşkere kir ku projeya muzeyê, ji aliyê avahîsazê Frensiz Renzo Piano ve hatiye sêwirandin û muzexanê dê di 14ê meha Berfanbarê de bê vekirin.
Tom Hanks di axaftina xwe got, “Bajarê Firîşteyê pir çand hene. Muzeyan hene, ji bo huner, muzîk, dîrok û zanistê hatine çêkirin. Heta muzeyeke me ya selfieê jî heye. Ez nizanim ji ber çi ye, lê heye. Muzexaneyeke ku li ser huner û zanista fîlman tunebû.”
Di Muzeya Fîlman a Akademiyê de, dê pêşangeh, danîşan û bernameyên perwerdeyê cih bigirin. Yek ji pêşangehên muzeyê li ser anîmasyonên bi navê Studio Ghibli yê derhêner Hayao Miyazaki ye. Çalakiya din jî retrospektîkeke ku ji fîlmên derhênerê navdar Federico Fellini hatine amadekirin, di bernameya vekirina muzexanê de cih digirin. Di sala 2020’ê de li seranserê cîhanê ji ber 100’emîn rojbûna Federico Felliniyî dê rêzeke çalakîyan bêne li darxistin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com