Muzîka fîlmê “Avatar: The Way Of Water”ê ji aliyê ‘The Weeknd’ ve hate çêkirin
Fîlmê “Avatar: The Way Of Water” di 16ê Berfanberê de dikeve vîzyonê. Muzîka fîlmê ji aliyê stranbêjê Kenedayî The Weeknd ve hate çêkirin û li ser hesabên wî yên medyaya civakî bi kurtî parve kir. The Weeknd ji bo projeyên “The Hunger Games: Catching Fire”, “Game of Thrones” û “Black Panther” jî muzîkên fîlman çêkiribû.
12.16.22 pic.twitter.com/G2FpRlzOKK
— The Weeknd (@theweeknd) December 4, 2022
Çêkerê fîlmê Avatarê, Jon Landau jî li ser hesabê xwe yê twitterê ligel stranbêj The Weekndî wêneyekî parve kir û got “Wekî ku Na’vî (zimanê pevxistî yê fîlmê) dibêje ‘Zola’u nìprrte’ soaiane Avatar’… Hûn bi xêr hatin. Malbata Avatarê.”
As the Na’vi say, “Zola'u nìprrte' soaiane Avatar”… Welcome to the Avatar family. pic.twitter.com/yc9no1sJki
— Jon Landau (@jonlandau) December 4, 2022
Fîlmê derhênerê navdar James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” dê di Berfanbarê de bikeve vîzyonê û ji fîlmê anîmasyonê fragmaneke nû hate weşandin. Fîlm, li gerstêrka Pandorayê derbas dibe û têde lîstikvanên Sam Worthington û Zoe Saldana weke serlîstikvan cih girtine.
Fîlmê “Avatar: The Way of Water” di meha Berfanbarê de dikeve vîzyonê
“Avatar: The Way of Water” (Avatar: Rêya Avê), fîlmê duyem ê rêza “Avatar”ê ye ku weke yek ji projeyên herî girîng ên Disney Studiosê hate afirandin. “Avatar 2” piştî 13 salan wê di dîroka 16ê meha Berfanbara 2022yê de bi kalîteya 4Kyê bikeve vîzyonê û ji fîlmê anîmasyonê fragmaneke nû parvekirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com