Muzîkala fîlmê “Amelie” tê
Fîlmê “Amelie” (2001) ku 5 caran bo Oscarê bûbû berendam û mohra xwe daye li dîroka sînemayê, weke lêanîna muzîkî hatiye amadekirin û di meha Reşemiya sala 2020’ê de derdikeve li pêşberî hunerhezan.
Li gorî nûçeya ku di malpera Arti Gerçek’ê de cih digire, muzîkiya Amelie cara yekem tê li bajarên Stenbol û Bûrsayê.
Fîlmê “Amelie” (2001) ku 5 caran bo Xelatên Oscarê weke berendam hatibû nîşandan û mohra xwe daye li dîroka sînemayê, bi navê “Amelie The Musical” weke lêanîna muzîkî hate amadekirin, bi Organîzsyona Piu Entertainment ve cara yekem tê li Stenbol û Bursayê û derdikeve li pêşberî hunerhezan.
“Muzîkîya Amelie” dê di dîrokên 11-16ê meha Reşemî de li Uniq Hallê li Stenbolê û di 21ê meha Reşemî de li Merinos AKKM ê li Bûrsayê bê lîstin. Serlîstikvanên muzîkîya Amelie’ê, Audrey Brisson û Danny Mac in û fîlmê bi muzîk û dekorên xwe balkêş e.
Çîroka fîlmê “Amélie” li Montmartre ya Parîsê diqewime û jiyana jineke ciwan a bi navê “Amélie” ku li bajêr li cafeyekê garson e, re dike û jiyana wê ya jidil û tije hez nîşan dide. “Amélie” ji aliyê Jean-Pierre Jeunet re hat kişandin û senaryoya wê Jean Pierre Jeunet, Guillaume Laurant nivîsandin. Di fîlmê de serlîstikvan Audrey Tautou ye û muzîkên fîlmê jî Yann Tiersen çêkirine.
“Amelie”, li Xelatên Fîlman a Ewropayê, Xelata Fîlmê Herî Serketî û 4 Xelatên Césarê û du jî xelatên BAFTA’yê wergirtibûn û her wiha 5 caran bo Xelatên Oscarê weke berendam hatibû nîşandan.
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com