Muzîkala “Meme û Zîn” îro wê bê lîstin

Muzîkala “Mem û Zîn” ku ji berhema nivîskarê mezin ê kurd Ehmedê Xanî bo şanoyê lê hatiye anîn, ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve di dîrokên 6-7-8’ê Îlonê Seat 20:00’ê de li Amedê li Diyar Galeriayê derdikeve li pêşberî şanohezan.

Li gorî nûçeya ku Bianet Kurdî de cih digire, Muzîkala Destana Mem û Zîn piştî 5 salan careke din li Amedê wê bê lîstin.

Nivîskar Kawa Nemirî destana Ehmedê Xanîyî ji bo şanoyê modernîze û revîze kiriye û Ruknettîn Gun ji bo dikê amade kiriye.

Muzîkalê ekîbeke ji 60 kesan pêk hatiye ku Akademiya MA Muzîkê û Navenda Çandê ya Laleşê piştgirî daye ji bo amadekirinê. Li ser dikê ligel şanoyê wê reqs û stran jî hebin ku solîstê koma Lawjeyê Alî Tekbaş wê karaktera Memî, stranbêj Gulseven Medar jî wê karaktera Jînê bilîze. Yavûz Akkûzû wê karaktera Bekoyî, Kemal Ûlûsoy jî wê karaktera Mîrî bilîze.

Ji Mezopotamya Dansê Serhat Kûral û Yeşîm Coşkûn jî wê bi dansên xwe cihên xwe di şanoyê de bigirin. (Çavkanî: Bianet Kurdî)

Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir