Muzîkên rengîn û balkêş ên fîlmê “Amélie”

Fîlmê “Amélie” (2001) ku 5 caran bo Xelatên Oscarê weke berendam hatibû nîşandan û mohra xwe daye li dîroka sînemayê û bi mijar, reng, atmosfer û newayên muzîkên xwe ve fîlmeke balkêş e.

Çîroka fîlmê “Amélie” li Montmartre ya Parîsê diqewime û jiyana jineke ciwan a bi navê “Amélie” ku li bajêr li cafeyekê garson e, re dike û jiyana wê ya jidil û tije hez nîşan dide. “Amélie” ji aliyê Jean-Pierre Jeunet re hat kişandin û senaryoya wê Jean Pierre Jeunet, Guillaume Laurant nivîsandin. Di fîlmê de serlîstikvan Audrey Tautou ye û muzîkên fîlmê jî Yann Tiersen çêkirine.  Muzîkên “Amélie” 20 muzikên rengîn û balkêş pêk tê û van muzîkan dil û ruhê mirovan germ dikin.

Fîlmê “Amélie”, li Xelatên Fîlman a Ewropayê, Xelata Fîlmê Herî Serketî û 4 Xelatên Césarê û du jî xelatên BAFTA’yê wergirtibûn û her wiha 5 caran bo Xelatên Oscarê weke berendam hatibû nîşandan. “Amélie” mora xwe da li dîroka sînemaya cîhanê û yek ji klasîkên hunera sînemayê ye.

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: