NASAyê: em bi Tom Cruise re fîlmekî dikişînin
NASAyê eşkere kir ku bi lîstikvanê navdar Tom Cruise re ji bo fîlmekî ku di Îstgeha Feza ya Navneteweyî (ISS) de bête kişandin, dixebitin.
Li gorî nûçeya FilmLoverssê ku ji malpera Varietyê hatiye wergerandin, NASAyê ragihand ku “Em bi lîstikvanê navdar ê cîhanê Tom Cruise re ji bo fîlmekî ku di Îstegaha Feza ya Navneteweyî de bête kişandin, dixebitin.”
Di rojên borî de, di çapemenîya sînemayê de hin nûçeyan hatibûn weşandin. Li gorî nûçeya Deadlineyê, lîstikvan Tom Cruise û Elon Musk bi hev re dixebitin û pargîdaniya Muskî ya SpaxeXê, ji bo projeya fezayê digel NASAyê hevdîtin pêk tîne. Mijara fîlmê hêj diyar nebûye.
NASA is excited to work with @TomCruise on a film aboard the @Space_Station! We need popular media to inspire a new generation of engineers and scientists to make @NASA’s ambitious plans a reality. pic.twitter.com/CaPwfXtfUv
— Jim Bridenstine (@JimBridenstine) May 5, 2020
Rêvebirê NASAyê Jim Bridentsine li hesabê xwe yê Twittirê eşkere kir ku, “NASAyê ji bo fîlmekî ku dê li Îstgeha Feza ya Navneteweyî ku bê kişandin, bi Tom Cruise re dixebite.” Bridentsine diyar kir “Ji bo pêkanîna planên NASAyê, pêdîviya me bi çapemenîya populerê re heye û divê wê îlhamê nifşeke nû yên endezyar û zanyaran bide.”
Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com