NASAyê li benda fîlman e

Pêşbirka Kurtefîlman a CineSpaceyê her sal ji aliyê NASAyê (Daîreya Feza û Hewaavaniya Neteweyî ya DYAyê” ve li dar dikeve. Pêşbirka kurtefîlman a NASAyê îsal cara 8emîn tê lidarxistin ku pêvajoya serîlêdanê jî destpê kiriye û dê heta dîroka 15ê Tîrmehê bidome.

Beşdarvanên pêşbirkê bi bikaranîna dîmenên ku li arşîva NASAyê cih digirin, çîrokên xwe yên fezayî diafirînin. Pêşbirka Kurtefîlman a CineSpaceyê ji aliyê NASA û Houston Cinema Arts Societyê tê organîzekirin û divê fîlmên pêşbirkê herî zêde 10 deqîqeyî bibin.

Xelatên Festîvalê: Ji bo kurtefîlmê yekemîn: 10 hezar dolar, ji bo kurtefîlmê duyemîn: 5 hezar dolar, ji bo kurtefîlmê sêyemîn: 3 hezar dolar, ji bo fîlmên ku li ser rêmanên “Yekîtî” û “Tevgirî” hatine afirandin: 4 hezar dolar, fîlmê perwerdehîyê ku di beşên zanist, teknolojî, endezyarî û matematîkê de dê ji bo nifşên nû bibe îlham: 4 hezar dolar.

cinespace

Şertên Pêşbirka Kurtefîlman a CineSpaceyê:

  • Hemû dîmenên ku li derveyî dîmênên NASAyê pêk tên divê resen bibin
  • Divê kurtefîlmên pêşbirkê piştî 1ê Rêbendana 2020ê were afirandin
  • Divê zimanê fîlman, bi Îngilizî an jî divê bi jêrnivîsa Îngilîzî bibin
  • Divê fîlmên pêşbirkê herî zêde 10 deqîqeyî bibin.
  • Divê herî kêm ji sedî 10ê kurtefîlmê ji dîmenên NASA pêk were.

Ji bo serîlêdanê: Tongal

Dîroka dawî: 15ê Tîrmehê

Ji bo agahî: CineSpace

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir