“Navnîşan” ji 2yemîn Festîvala Fîlman a Ayancikê (Sînop) xelata ‘Fîlmê Sêwirî yê Herî Serketî’ girt
Kurtefîlmê derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan” ji 2yemîn Festîvala Fîlman a Ayancikê ya Sînopê xelata ‘Fîlmê Sêwirî yê Herî Serketî’ (Fîlmê Herî Serketî) girt. Kurtefîlmên Aram Dildarî yên “Navnîşan” û “Hazirîyek bo Derengmayînê” dê di meha 7ê Tîrmehê de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Şirnexê û di 12ê Tîrmehê de li Şaneşînê (Mêrdînê) bêne nîşandayîn.
“Navnîşan” û “Hazirîyek bo Derengmayînê” wê di dîroka 7ê Tîrmehê de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Şirnexê (destpêk: 18:00) û di 12ê Tîrmehê de li Şaneşînê (Mêrdîn, destpêk: 20:00) bi beşdarîya derhêner Aram Dildarî derbikevin li pêşberî temaşevanan.
Kurtefîlmê “Navnîşan” rêwîtiya xwe didomîne. “Navnîşan” herî dawî li 14emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya Lionsê ‘Xelata Duyemînî” girt, li 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê (Holenda) xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’, ji 42yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû û beşdarî li bernameyên 34emîn Turkische Filmtage Munchen (Munîh) û li 2yemîn Festîvala Kurtefîlman a TAYFyê (Stenbol) bûbû. Lîstikvanên Ahmet Akman, Ronî Dildar û Erdal Kaya di kurtefîlmê de lîstine.
Kurtefîlm, heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û ji Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî”, ji 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê xelata “Derhênerê Hêvîder”, ji 23yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê xelata “Fîlmê Herî Serketî yê Sêyemîn”, ji 6emîn Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê “Xelata Duyemînî” û ji 9emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Uşakê xelata ‘Muzîka Herî Serketî’ girtin.
“Navnîşan” li beşên pêşbazî yên 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê û 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji bo Berhevoka Pêşbazî ya 1emîn Festîvala Fîlman a Girê Miraza ya Rihayê hatibû hilbijartin. Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome.
Aram Dildar kî ye?
Derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar, di sala 1990ê de li bajarê Êlihê (Batman) hate dinê û di gelek komên şanoyê de cih girt. Li beşa Radyo, TV û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê xwend, bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metraj dirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên; “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Derhêner, di gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine. Dildar, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com