“Navnîşan” ji 2yemîn Festîvala Fîlman a Gemlîkê “Xelata Mansiyonê” girt

Kurtefîlmê derhêner û lîstikvan Aram Dildarî yê “Navnîşan” (The Address) ji bernameya 2yemîn Festîvala Fîlman a Gemlîkê (Bûrsa) “Xelata Mansiyonê” girt. Gera festîvalan ya kurtefîlmê didome û hate eşkerekirin ku dê di di çarçoveya beşa Berhevoka Fermî ya 11emîn Festîvala Fîlman a Seattle Turkishê (STFF, 17-19ê meha Mijdarê) de bê nîşandayîn.

“Navnîşan” herî dawî li Şaneşînê (Mêrdîn), li Festîvala Kurtefîlman a Serbixwe ya Kisa Bîr Kahve Arasî (Navbereke Kurt a Qehwê) li Kakule Kahve ya Enqerê,  li Baroya Şirnexê (Cizîr), li The Citadel Cinema Clubê (Filistîn), li Kuşadasî ya 18emîn Festîvala Fîlmên Karkeran û li Festîvala Hatay Evvel Temmuzê hate nîşandayîn.

“Navnîşan” ji alîyê derhêner Aram Dildar ve hate nivîsîn û kêşandin ku rêwîtiya xwe ya festîvalên fîlman didomîne. Kurtefîlm, heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku li 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê (Holenda) xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’, li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî”, li 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê xelata “Derhênerê Hêvîder”, li 42yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî, li 23yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê xelata “Fîlmê Herî Serketî yê Sêyemîn”, li 6emîn Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê “Xelata Duyemînî”, li 9emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Uşakê xelata ‘Muzîka Herî Serketî’, li 14emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya Lionsê ‘Xelata Duyemînî”, li 2yemîn Festîvala Fîlman a Ayancikê ya Sînopê xelata ‘Fîlmê Sêwirî yê Herî Serketî’ (Fîlmê Herî Serketî), li 14emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya Lionsê ‘Xelata Duyemînî’ girtin û beşdarî li bernameyên 34emîn Turkische Filmtage Munchen (Munîh) û li 2yemîn Festîvala Kurtefîlman a TAYFyê (Stenbol) bûbû. Lîstikvanên Ahmet Akman, Ronî Dildar û Erdal Kaya di kurtefîlmê de lîstine.

“Navnîşan” li beşên pêşbazî yên 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê û 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji bo Berhevoka Pêşbazî ya 1emîn Festîvala Fîlman a Girê Miraza ya Rihayê hatibû hilbijartin. Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome.

Aram Dildar kî ye?

Derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar, di sala 1990ê de li bajarê Êlihê (Batman) hate dinê û di gelek komên şanoyê de cih girt. Li beşa Radyo, TV û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê xwend, bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metraj dirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên; “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Derhêner, di gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine. Dildar, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir