“Navnîşan” ji Festîvala Kurtefîlman a Uşakê xelata ‘Muzîka Herî Serketî’ girt
9emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Uşakê îsal di navbera dîrokên 13-17ê Berfanbarê de hate lidarxistin û xelatên festîvalê diyar bûn. Kurtefîlmê derhênerê kurd Aram Dildar ê “Navnîşan” ji festîvalê xelata ‘Muzîka Herî Serketî’ girt ku muzîka fîlmê ji aliyê hunermend Agît Işık ve hatiye çêkirin.
Kurtefîlmê Aram Dildarî yê “Navnîşan” heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn. Kurtefîlm herî dawî ji bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî”, ji 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê xelata “Derhênerê Hêvîder”, ji 23yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê xelata “Fîlmê Herî Serketî yê Sêyemîn”, ji 6emîn Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê “Xelata Duyemînî” girtin.
“Navnîşan” li beşa Pêşbazî ya 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê hate nîşandayîn û ji bo Berhevoka Pêşbazî ya 1emîn Festîvala Fîlman a Girê Miraza ya Rihayê hatibû hilbijartin. Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com