“Navnîşan” li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bû kurtefîlmê herî serketî

12emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê îsal di navbera dîrokên 13-19ê Cotmehê de hate lidarxistin. Festîval, bi nîşandayîn fîlmê derhênerê xelatgirtî û navdar ê kurd Mano Xelîl yê “Cîran” (Nachbarn) re destpê kir û xelatên festîvalê jî li ser hesabên medyaya civakî têne weşandin.

Derhêner Aram Dildar bi kurtefîlmê xwe yê “Navnîşan” (The Address) re beşdarî li bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bû û ji festîvalê Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girt. Li festîvalê, derhêner Baran Deger bi kurtefîlmê “Sar” (The Cold) re Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî yê Duyemîn û derhêner Akbar Shahbazî bi kurtefîlmê “Kefsan” ve Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî yê Sêyemîn girtin. Ji bo fîlmên xelatgir xelatên pereyê jî didin.

Kurtefîlmê Aram Dildar yê “Navnîşan” heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn. Kurtefîlm, herî dawî li beşa Pêşbazî ya 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê hate nîşandayîn.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bi fîlmê “Cîran” destpê dike

 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir