“Navnîşan” li Ordûyê bû duyemîn
6emîn Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê îsal di navbera 21-23yê Cotmehê de li dar ket. Kurtefîlmê derhênerê kurd Aram Dildar ê “Navnîşan” ji festîvalê Xelata Duyemînî girt.
Li Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê îsal serokê juriyê Tayfûn Pîrselîmoglû bû. Derhêner Orkûn Gontem bi kurtefîlmê “Babamin Denîz Yatagı” re bû yekemîn û derhêner Nûr Ozkaya bi kurtefîlmê xwe yê “Ev Dîye Bîr Şey Yok” re bû sêyemîn. Derhêner Yagmur Misirlioglu bi kurtefîlmê “Bugûn Degîl” re ji festîvalê Xelata Jurîya Ciwan û derhêner Huseyîn Enes Balcî jî bi kurtefîlmê xwe yê bi navê “Yas Provaları” re Xelata Sînemagerê Ciwan a YapımLab Oguzhan Tercanê girtin.
Kurtefîlmê Aram Dildar yê “Navnîşan” heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn. Kurtefîlm herî dawî ji bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bû Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girt û li beşa Pêşbazî ya 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê hate nîşandayîn. Pêvajoya festîvalan ya “Navnîşan”ê didome ku hate ragihandin kurtefîlm ji bo Berhevoka Pêşbazî ya 1emîn Festîvala Fîlman a Girê Miraza ya Rihayê hate hilbijartin û di beşa Pêşbazîya Kurtefîlman a Netewî ya 23yemîn Festîvala Kurtefîlman a Îzmîrê bû yek ji fîlmên fînalîst.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com