“Navnîşan” wê li gelek festîvalên fîlman derbikeve li pêşberî temaşevanan
Kurtefîlmê derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar yê “Navnîşan” (The Address, 2022) wê di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman de bê nîşandayîn.
“Navnîşan” dê li 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê (Di 26ê Cotmehê û 1ê Mijdarê de), li 6emîn Festîvala Kurtefîlman ya Guzel Orduyê (21-13ê Cotmehê), li 9emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Uşakê ye (13-21ê Berfanbarê), 13emîn Festîvala Kurtefîlmên Balkanan ya Beyond Bordersê (19-22ê Cotmehê), 3emîn Festîvala Fîlman a Orient Expressê ya Swîsreyê û li 12emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Micro Myê (13-16ê Cotmehê, Atîna) û li bernameya 14emîn Festîvala Belgefîlm û Kurtefîlman a Keralayê ya Hindîstanê (9-16ê meha Berfanbarê) derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Lîstikvanên Ahmet Akman, Ronî Dildar û Erdal Kaya di fîlmê bi Kurdî de lîstine ku di meha Îlonê de li ser Youtubeê ji Navnîşanê fragman hatibû weşandin. Kurtefîlm, heta niha li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn.
Aram Dildar kî ye?
Derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar, di sala 1990ê de li bajarê Êlihê (Batman) hate dinê û di gelek komên şanoyê de cih girt. Li beşa Radyo, TV û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê xwend, bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metraj dirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên; “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Derhêner, di gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine. Dildar, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com