“Navnîşan” wê li Mêrdîn û Enqerê derbikeve li pêşberî sînemahezan
Kurtefîlmê derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan” di bernameyên festîval û rojên fîlman ên nû de derdikeve li pêşberî temaşevanan. Kurtefîlmên Aram Dildarî yên “Hazirîyek bo Derengmayînê” û “Navnîşan” wê di 12ê Tîrmehê de li Şaneşînê (Mêrdîn)* û “Navnîşan” dê di 13ê Tîrmehê de li Festîvala Kurtefîlman a Serbixwe ya Kisa Bîr Kahve Arasî (Navbereke Kurt a Qehwê) li Kakule Kahve ya Enqerê bi beşdarîya derhêner bêne nîşandayîn.* Kurtefîlm, herî dawî li Baroya Şirnexê (Cizîr), li bernameya Kuşadasî ya 18emîn Festîvala Fîlmên Karkeran, li Festîvala Hatay Evvel Temmuzê hate nîşandayîn.
Li Şaneşînê, destpêka nîşandayîna kurtefîlmên “Hazirîyek bo Derengmayînê” û “Navnîşan”: 20.00
li Festîvala Kurtefîlman a Serbixwe ya Kisa Bîr Kahve Arasî ya li Kakule Kahve, destpêka nîşandayîna kurtefîlmê “Navnîşan”: 20.30
“Navnîşan” ji alîyê derhêner Aram Dildar ve hate nivîsîn û kêşandin ku rêwîtiya xwe ya festîvalên fîlman didomîne. Kurtefîlm, heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku li 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê (Holenda) xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’, li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî”, li 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê xelata “Derhênerê Hêvîder”, li 42yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî, li 23yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê xelata “Fîlmê Herî Serketî yê Sêyemîn”, li 6emîn Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê “Xelata Duyemînî”, li 9emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Uşakê xelata ‘Muzîka Herî Serketî’, li 14emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya Lionsê ‘Xelata Duyemînî”, li 2yemîn Festîvala Fîlman a Ayancikê ya Sînopê xelata ‘Fîlmê Sêwirî yê Herî Serketî’ (Fîlmê Herî Serketî), li 14emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya Lionsê ‘Xelata Duyemînî’ girtin û beşdarî li bernameyên 34emîn Turkische Filmtage Munchen (Munîh) û li 2yemîn Festîvala Kurtefîlman a TAYFyê (Stenbol) bûbû. Lîstikvanên Ahmet Akman, Ronî Dildar û Erdal Kaya di kurtefîlmê de lîstine.
“Navnîşan” li beşên pêşbazî yên 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê û 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji bo Berhevoka Pêşbazî ya 1emîn Festîvala Fîlman a Girê Miraza ya Rihayê hatibû hilbijartin. Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome.
Aram Dildar kî ye?
Derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar, di sala 1990ê de li bajarê Êlihê (Batman) hate dinê û di gelek komên şanoyê de cih girt. Li beşa Radyo, TV û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê xwend, bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metraj dirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên; “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Derhêner, di gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine. Dildar, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com