Netflix û m2 Film Labê kargehên rêzefîlman li dar dixin
Platforma dîjîtal a Netflix û m2 Film Labê perwerdeya lêanîna rêzefîlman û kargeha nivîskarîya rêzefîlman li dar dixin. Netflix Tirkiye bi hevkarîya Impact Hub İstanbul û Tatino Filmsê ve bernameya perwerdeya lêanîna rêzefîlman amade kiriye ku ji bo bernameya ‘Netflix Adaptation Lab’eyê pêvajoya serîlêdanê destpê kiriye û dê heta 12ê Avrêlê bidome. Perwerdeya lêanîna rêzefîlman a Netflixê dê 4 mehan bidome û beşdarvanên bernameyê perwerdeyeke baş û li gor sektora cîhanê dibînin. Bernameya lêanîna rêzefîlman bi armanca projeye nû û bikalîte tê lidarxistin û dixwaze ku projeyên navneteweyî derbikevin holê. Nivîskarên serbixwe yên dixwazin di warê lêanîna rêzefîlman de bixebitin û komên kreatîf, dikarin serî li projeyê bidin.
Ji bo agahî: Impact Hub İstanbul
Bernameya din a li ser rêzefîlman jî ji aliyê m2 Film Labê ve hate amadekirin. Bernameya m2 Film Labê bi formateke nû dikeve sala xwe ya sêyemîn û di navbera rojên 22-26ê Gulanê de kargeha nivîskarîya rêzefîlman li dar dixe. Ji bo kargeha nivîskarîya rêzefîlman pêvajoya serîlêdanê destpê kir û dê heta 30ê Avrêlê bidome. m2 Film Labê di warên senaryo, pêşvebirina projeyan, nivîsîn û çêkirinê de piştgirî dide li sînemageran ku di rojên borî de ragihandin ku serîlêdanên Bernameya Pêşvebirina Fîlman didome û ji bo fîlmên metrajdirêj ên yekem an jî duyem piştgirî dide derhêneran.*
Kargeha Nivîskarîya Rêzefîlman a m2 Film Labê bi armanca nivîskarên rêzefîlman ên nû û bikalîte ji aliyê Film Independent, Buroya Karên Perwerdehî û Çandê ya Wezareta Karên Derveyî ya DYAYê û bi hevkarîya Global Media Makersê (GMM) tê lidarxistin. Kargeha rêzefîlman dê di navbera dîrokên 22-26ê Gulanê de de weke online bê lidarxistin û nivîskarên ku di warên wêje û sînemayê de dixebitin lê hêj di sektora rêzefîlman de cih negirtine dikarin serî li kargehê bidin. Kargeha nivîskarîya rêzefîlman wê bi şêwirmendiya mentorên navneteweyî tê lidarxistin û dê bi hin perwerdehî û pêvajoyên din ên pêşvebirina rêzefîlman bidome û ji bilî kargehê bi beşdarîya nûnerên girîng ên sektora rêzefîlman hin hevpeyvînan jî hatine amadekirin. Kargeha nivîskarîya rêzefîlman bêpere ye û dê bi îngilîzî bê lidarxistin.
Ji bo agahî: m2filmlab
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com