Netflixê gelek fîlmên klasîk hilbijartine

Platforma Netflixê, ji bo temaşavanan gelek fîlmên klasîk ên ku ji aliyê derhênerên wekî Chaplin, Truffaut, Resnais, Kieślowski ve hatine kişandin, hilbijartine û fîlmên yekem dê di dîroka 24’ê meha Avrêlê bêne nîşandan.

Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Duvar’ê de hatiye weşandin, Netflix û pargîdanîya fransiz MK2 Films peymaneke nû çêkirine û li gorî vê peymanê, Netflixê ji bo temaşavanên sînemayê gelek fîlmên klasîk ên ku ji aliyê derhênerên navdar ên wekî Chaplin, Truffaut, Resnais, Kieślowski ve hatine kişandin, hilbijartine û di çarçoveya peymanê de, cara yekem di dîroka 24’ê meha Avrêlê de hin fîlmên klasik ên François Truffautî derdikevin li pêşberî sînemahezan.

Nîşandana fîlman dê heta dawiya salê bidome û dê di navbera fîlmên ku di dîroka 24’ê Avrêlê de bêne nîşandan de; hin fîlmên ku ji aliyê derhênerê navdar François Truffaut ve hatine kişandin cih digirin. Hin fîlmên klasik ên François Truffautî wisa ne; Bed and Board, Fahrenheit 451, Confidentially Yours, Jules and Jim, Love on the Run, Shoot the Piano Player, Stolen Kisses, The 400 Blows, The Last Metro, The Soft Skin,The Woman Next Door û Two English Girls.

Her wiha di çarçoveya peymanê de wê fîlmên derhênerên wekî; Steve McQueen, Xavier Dolan, Michael Haneke, Emir Kusturica, David Lynch jî bêne nîşandan û nîşandana fîlman dê herêmên ku bi fransî diaxivin dest pê bike.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: