Netflixê lînkên 10 belgefîlman li Youtubeê vekirin
Platforma dîjîtal a Netflixê, ji ber şewba nexweşiya coronayê, ji bo piştgiriya perwerdehiyê, 10 belgefîlmên xwe yên resen, li ser Youtubeê ji bo mamoste û xwendekaran bêpere vekirin.
Li gorî nûçeya ku li malpera Gazete Duvar’ê de hat weşandin, Netflixê ji ber şewba nexweşiya coronayê û ji bo piştgiriya perwerdehiyê, 10 belgefîlmên xwe yên resen, li ser Youtubeê bo mamoste û xwendekaran vekirin. Van belgefîlman ji bo pêvajoya perwerdehiya ji dûr ve tê kirin çavkanîyên girîng in.
Her wiha Netflixê eşkere kir ku dê di demeke nêz de bi derhênerên belgefîlman re hin çalakiyan bêne li darxistin. Di navbera ku ji aliyê platforma Netflixê ve hatine parvekirin de belgefîlmên; Our Planet, 13th, Knock Down the House, Explained, Abstract: The Art of Design, Babies, Chasing Coral, Period. End of Sentence, The White Helmets û Zion cih digirin. Hemû naverok weke bi îngilîzî hatine weşandin, lêbelê dê di van hefteyan de ji bo gelek zimanên din jî weke binnivîs (jêrnivîs) bêne weşandin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com