Nivîsandina Kurdî: Tiralî û Bêkalîtebûn
Nivîs: Welat Ramînazad
Ciwanmerd Kulek berî demekê bi pêşkeşîya Selîm Akgulî di Ava TV de beşdarî beşa 12an a bernameya Ava Mag bibû.
Nivîskar û wergêr Ciwanmerd Kulek gelek jêhatî, jîr, xebatkar û berhemdar e. Ciwanmerd Kulek wekî Şener Ozmen û Kawa Nemir bikaranîna kurmancî zêde û dewlemendtir û firehtir kirîye.
Ciwanmerd Kulek, di bernameyê de, bi fehmkirina min wilo bersiv dabû pirsa ji bo nivîsandina bi kurdîya kurmancî: “Ez dezavantajên kurdî, ji xwe ra wekî avantajan dibînim. Heke min bi zimanekî din binivîsanda belkî pirtûkên min nehatina çapkirin. Ji bo ku ez kirêya xwe bidim ez pirtûkekê nanivîsînim û ji bo ku ti bendewarîya min a ekonomîk ji berhemên min tune ye; ev di min de samîmîyetê çêdike, nivîskarîya min ji bazirganî û esnaftîyê rizgar dike”.
Dema ku nivîskarek, derhênerek, muzîkjenek an jî hunermendekî kurd ê ku dezavantajên kurdî ji xwe ra wekî avantaj dît; ev yek kûrbûn, pêşketin, biaqilbûn û kamilbûna wî nîşan dide. Watedarkirina dezavantajên xwe wekî avantaj, nîşana kesayetîyeke raser e; xwe ji lome, gilî û gazinda dezavantajan şûştin, mezaxtin û dayîna enerjî û hêza xwe ya ser cîyekî rasttir e.
“Heke min bi zimanekî din binivîsanda belkî pirtûkên min nehatina çapkirin.” Çi encam ji vê gotinê derdikevin?
Ev gotin xwenexapandin û duristbûna realîteya xwezanînê ya subjeya xwe nîşanî me dide. Subje bi sînor û qewetên xwe dizane, haya wî ji wî heye ku dizane çi ye.
Ev gotin mikurhatinek e. Îtirafekê ji binhişê xwe dike. Ez dibêjim qey yekem nivîskarê kurd e ku vê îtiraf dike.
Îtirafa qebûlkirina qelsî û nebaşiya berhemên wî ye ku ne di asta zimanên din de ne.
Îtirafa bixwenebawerbûna niviskar nîşanî me dide ku heke nivîskar bi tirkî an jî bi zimanekî din binivîsanda ewqas bi xwe ne bawer e ku berhemên wî bihatana weşandin. Ez ji xwe mînakê bidim dema ku ez bi tirkî binivîsim cesaret û xwebawerîya min kêmtir dibe.
Îtirafa ez bi kurdî tiştên nebaş jî binivîsim berhemên min dê dîsa jî bên weşandin, tê wateya îtirafa çênebûna kalîteyekê di edebîyata kurdî ye. Di edebîyatekê de neweşandina her berhemê asta bikalîtebûna wê nîşanî me dide. Weşandina her berhemê jî nîşaneya gihîştina vê astê ye.
Dema ku her berhema nivîskarekî bê weşandin, di vî nivîskarî de tiralî, bêkalîtebûn û neafirînerîyê çêdike. Nivîskarê ku xwe da îspatkirin, ew dizane ku çi binivîse dê bê weşandin. Ji ber vê, xwedubarekirin û paşveçûn tê de çêdibe. Xwedubarekirin û korbûna afirînerîya nivîskar û şairên mezin ji vir tê. Lê di edebîyata kurdî de kurdekî dema ku kitêbek nivîsî, dizane ku berhema wî çiqas nebaş bibe jî dê dîsa bê weşandin; ji ber vê, ev kurd zor nade xwe ku potansîyela xwe zêdetir bi kar bîne û berhemeke baştir biafirîne Di romana Jack London a bi navê Martin Eden de em dibînin ku neweşandina berhemên karakterê Martin Eden çawa dibe wesîleya asta aferînerîya wî ya berze û geş.
Ji bo afirînerîya berztir û geştir reqabet û hesûdî hewce ye. Di edebîyata kurdî de, dema ku berhemeke nivîskarekî nehatiye weşandin; vî nivîskarî hesûdî nekirîye ku berhemeke geştir binivîse. Sedem jî çênebûna kalîteya neweşandina her berhemê ye. Hem jî di edebîyata kurdî de, hêj jî di nava nivîskaran de hesûdî û reqabeta afirînerîya berztir û geştir çênebûye. Hesûdîya ku di edebîyata kurdî de heye ne li hemberî berhemên nivîskar in lê belê li hemberî kesayetî û jiyîna nivîskar e. Lê dema ku hesûdîya me bû wesîleya afirandina berhemên xweştir û baştir, wê çaxê hesûdîya me hesûdîyeke rast û afirînerî ye.
Îro kesên ku bi edebîyat, muzîk, sînema, weşangerîya kurdî û hwd. re têkildar in, karê wan ê bi kurdî ne pêşanî an jî yekem e, karê duyem an jî sêyem e. Nikarin ji bîst û çar saetên xwe panzdeh an jî şanzdeh saetên xwe bidin kurdî, herî zêde çar saetên xwe an dikarin bidin an jî nikarin. Kurdî têra debarkirina eleqedarên xwe nake, ku bikira rewşa kurdî ya îroyîn dê gelek cudatir û pêşketîtir bibûya. Xwezî nivîskarekî bi romannivîsiya kurdî bikariya kirêya xwe bida. Jixwe hemû meseleya me jî ev e. Ewqas basît e. Me karîbûya bi kurdî debara xwe bikira, me wext û keda xwe nefirota û hemû bimezêxta bo kurdî wê çaxê berhemên gelek baştir dê bihatana nivîsandin.
Ciwanmerd Kulek mamostetîya îngîlîzî dike. Di hefteyê de herî kem 50 saetên xwe dide karê xwe. 50 saetên xwe bide xewê ji wî ra 68 saet dimînin. 28 saetan bide tiştên wekî xwarin û vexwarinê, ji nivîskarîya wî re 40 saet dimînin, dîsa ji mamostetîyê hinek zêde wext dimîne. Ciwanmerd Kulek heta niha, di hefteyekê de bi dayîna 40 saetên xwe bo wergerê nêzî bîst berhem afirandine. Ku Ciwanmerd Kulek debara xwe bi berhemên xwe bikira niha ne bîst, dê çil berhem çap bikirina ne wilo?
Çend roj berê ez û mamoste Omer Faruq Yekdeş rûniştin. Di nava sohbetê de Omer Faruq Yekdeş qala xeyal û projeke xwe kir û got, “Ku 500 hezar euroyên min hebûna, min ê ji bo edebîyata kurdî pêşbazîyek çêkira. Min ê bo berhema yekem 250 hezar euro, bo ya duyem 150 hezar euro û bo ya sêyem jî 100 hezar euro bidana. Hingê gelek kurdan dê roman binivîsandana ji bo ku xelat werbigirin.”
Pêşketina zimanê kurdî bi debarkirina qiseker, xebatkar û afirînerên xwe ra têkildar e. Heta ku kurdî ji hêla fîzyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk ve me têr neke kurdî geştir û berztir nabe. Bîlasebeb Marx nabêje di binê têkilîya civakê de ekonomî heye û Freud jî nabêje zayendî heye!..
Sibate-2020 Stenbolê
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com