Nivîskar Tonî Morrîson jiyana xwe ji dest da
Nivîskara navdar a Amerîkayî Tonî Morrîson di dîroka 5’ê meha Gelawêjê de di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Nivîskara “Emerîkanê Ji Efrîqayî” Tonî Morrîson di sala 1993’ê de Xelata Nobelê û di sala 1988’ê de jî bi romana xwe ya “Beloved” re Xelata Pulitzerê wergirtibû.
Tonî Morrîson her tim li dijî nijadperistîyê derket û li ser cîhanê bi pirtûkên xwe yên wekî; “Beloved”, “Sula” “Song of Solomon”, “Paradise”, “Origin of Others”, “The Bluest Eye” û “A Mercy” ve tê naskirin.
Berhema nivîskara navdar Tonî Morrîsonê ya “Beloved” (1998) ji aliyê derhêner Jonathan Demme ve ji bo sînemayê lê hatiye anîn û li ser wêje û jiyana Tonî Morrîsonê bi navê “A Moment in Time: Conversations with Legendary Women: African American Women of Achievement” (2006) re belgefîlmeke hatibû kişandin.
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com