“Om det Oändliga” û fîlmên din

Di hefteya dawiya meha Reşemiyê de, du fîlmên anîmasyonê û fîlmekî tirsê jî têde 9 fîlm ketin vîzyonê. Li vîzyonê fîlmên; “Om det Oändliga”, ” True History of the Kelly Gang”, “Aci Kîraz” û “The Invisible Man” derdikevin pêş.

Fîlmê “Om det Oändliga” (Li Ser Bêdawîtiyê) ji çîrokbêjiya Şehrazad a Çîrokên Hezar û Yek Şevê îlhama xwe digire û li ser xweşikahî û kirûya heyînê disekine. Fîlm ji aliyê derhênerê hoste Swêdî Roy Andersson ve hatiye kişandin û nivîsandin ku li 76emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê xelata Derhênerê Herî Serketî girtibû.

Harry Power mirovekî xirab e û wî xwedî li Ned Kellyî kiriye. Ned hem ji vê rewşê hem jî ji ber neheqîya li dayika wî hatiye kirin, aciz e. Ned Kelly Piştî van bûyeran ji bo bidestxistina welatê dikeve têkoşînekê. Fîlmê “True History of the Kelly Gang” ji pirtûka nivîskar Peter Careyê ji aliyê derhêner Justin Kurzel ve bo hunera heftemîn lê hatiye anîn. Fîlm, li Festîvala Fîlman a Torontoyê hatibû nîşandan û çîroka rastîn a Ned Kellyî ku salên 1970an qewimiye, dike. Justin Kurzel bi fîlmê xwe yê “Macbeth” (2015) ve tê naskirin.

Acı Kiraz” li welatê Maqedonyê ku pir olî, pir zimanî, pir nasnameyî derbas û çîrokên jiyanên jin û mêrekê ku karê gilyasan dikin û deyndar in, bavekî ji bo zarokê xwe yê ku ketiye kansêrê têdikoşe, penaberên jandar û dûrî li welatê xwe ne, cotkar û vehuhêzkerekî tîne li ber perdeya sînemayê. Fîlmê “Acı Kiraz” ji aliyê Serdar Akar ve hatiye kişandin û bi çîroka xwe ya resen re balkêş e.

Cecilia Kass, bi mirovekî zanyar û dewlemend Adrian Griffin re zewicîye û zewacên wan bipirsgirêk bidome. Cecilia ji bo xwe rizgarbûna tund û zexta hevsera xwe, direve û bi alikariya xwişk û hevalên xwe xwe veşêre û dixwaze dest bi jiyaneke nû bike. Lê li ser xwekujiya hevsera xwe ji nû ve vedigere mala xwe û piştî demeke difikire ku mirina hevsera wê xapandin e û hevsera wê li dû Ceciliayê digere. “The Invisible Man” ji romana pevxistina zanistî ya H. G. Wellsî bo sînemayê lê hatiye anîn

Fîlmên vê hefteyê:

“Om det Oändliga” / Derhêner û Senaryo: Roy Andersson

“True History of the Kelly Gang” / Derhêner: Justin Kurzel û Senaryo: Shaun Grant

“Aci Kîraz” / Derhêner: Serdar Akar û Senaryo: Oliver Romevski

“The Invisible Man” / Derhêner û Senaryo: Leigh Whannell

“Jexi” / Derhêner: Scott Moore, Jon Lucas û Senaryo: Scott Moore, Jon Lucas

“Kaptan Pengû ve Arkadaşlari: Mandalîna’nın Gunluğu” / Derhêner: Nûrûllah Yenîhan, Engîn Başturk

û Senaryo: Arzû Yurtseven, Mûrat Ferhat

“L.O.L. Surprise! On the Big Screen” / Derhêner: Jared Hillman, David Lauer

“Geçerken Ugradim” / Derhêner: Onur Bîlgîn û Senaryo: Ahmet Taşpinar

“Semûr 2: Cînlerîn Buyusu” / Derhêner û Senaryo: Burak Çelîk

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir