“Omar and Us” Xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt

Fîlmê “Omar and Us” (Omar ve Bîz) ji aliyê Maryna Er Gorbach û Mehmet Bahadir Er ve hatiye kişandin, li Polonyayê, di bernameya 35’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Varşovayê de hate nîşandan û Xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt.

Festîvala Fîlman a Varşovayê îsal di navbera 11-30’ê meha Cotmehê de tê li darxistin. Fîlmê “Omar and Us” yên Maryna Er Gorbach û Mehmet Bahadir Erî, li Festîvala Fîlman a Varşovayê di beşa pêşbazî ya bingehîn de hate nîşandan û ji aliyê Juriya Ekumenîk ve Xelata Fîlmê Herî Serketî girt.

Di fîlmê “Omar û Bîz” de lîstikvanên wekî, Menderes Samancilar, Ushan Çakir, Cem Bender, Volkan Gîrgîn, Taj Sher Yakûb, Uygar Tamer, Hala Alsayasneh jî cih digirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: