Operaya Pucciniyê “Tosca” li Amedê û Amsterdamê bi Kurdî derdikeve li pêşberî şanohezan

Lîstika Operayê bi navê “Tosca” ku ji aliyê Giacomo Puccini ve weke sê perde hatiye bestekirin, bi derhênerê hunerê yê Şanoya Rastê Celîl Toksoz û bi wergera nivîskar Kawa Nemir li bajarên Amsterdamê û Amedê derdikeve li pêşberî şanohezan.

Li gorî nûçeya Vecdî Erbayî ku di Gazete Duvar’ê de cih digire, lîstika operayê “Tosca” di meha Cotmehê de li bajarê Amsterdamê û paşê jî li hin bajarên Holendayê û li bajarê Amedê dê bê lîstin.

Derhênerê hunerê yê Şanoya Rastê Celîl Toksoz diyar kir ku lîstika navdar a operayê ya “Tosca” ku ji aliyê Giacomo Puccini ve di sala 1989’ê de weke sê perde hatiye bestekirin, dê di dîrokên 25-26’ê meha Cotmehê de cara yekem bi Kurdî li Şanoya Bajêr a Amsterdama Holendayê û piştre jî li hin bajarên Holendayê û li bajarê Amedê bê lîstin û têde hunermendên wekî Gulseven Medar, Alî Tekbaş û Dodan cih digirin.

Mijara lîstika “Tosca”yê li ser evîn û azadîyê ye û weke sê perde, bi dengbêjî û şahiyeke muzîkan derdikeve li pêşberî temaşevanan. Di lîstikê de rola ‘Tosca’ ji aliyê Gulsevan Medar ve tê lîstin û Medar di heman demê de di lîstikên ““Dilek Bir Halk Operası” û “Hamlet” de jî cih girtibû.

Lîstika “Tosca” wekî lîstika “Hamlet”ê ji aliyê nivîskar û sergerê Kurd Kawa Nemir ve bo Kurdî hate wergerandin û dekora lîstikê Eylem Aladogan çêkiriye û derhênerê hunerê yê lîstikê Serdar Geren e.

Derhênerê lîstika “Tosca”yê Celîl Toksoz bi Teatra Jiyana Nû ve xebitî û bi koma Şanoya Bajêr a Amedê ve lîstîkên bi Kurdî yên “Keçelok”, “Hamlet ” amadekirin û lîstikên şanoyê ku ji aliyê Teksoz ve hatine amadekirin li gelek bajaran tên lîstin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: