“Oppenheimer” bû fîlmê jînenîgarî yê herî zêde qezenckirî
Fîlmê Christopher Nolanî yê “Oppenheimer” di 21ê meha Tîrmehê de ket vîzyonê û heta niha li salonên sînemayê yên cîhanê ji zêdetirî 910 milyon dolar bi dest xist. “Oppenheimer” yek ji fîlmên balkêş ê sala 2023yê ye û li gorî daneyên dawî yên vîzyonê, bû fîlmê jînenîgarî yê herî zêde qezenckirî yê hemû deman.
“Bohemian Rhapsody” (2018) weke jînenîgarîya stranbêjê navdar Freddie Mercuryî hate kêşandin û li seranserê cîhanê bi tevahî 910.8 milyon dolar qezenckir. Fîlm, xelata “Lîstikvanê Herî Serketî” jî tê de di 4 beşan de xelatên Oscarê (Xelatên Akademîyê) girtibû.
“Oppenheimer” li derveyî Amerîkayê gihîşt 593 milyon dolarî, di heman demê de bû fîlmê sêyemîn yê herî zêde qezenckirî yê sala 2023yê. Li gîşeya cîhanê; fîlmê “Barbie” bû yekemîn û fîlmê “The Super Mario Bros. Movie” bû duyemîn.
Pargîdanîya fîlman Universal Picturesê bi fîlmên “Oppenheimer”, “The Super Mario Bros. Movie” û “Fast X” ve îsal li gîşeya cîhanê heta niha ji zêdetirî 4 mîlyar dolar bi dest xist.
Fîlmê “Oppenheimer” di salên 1940an de derbas dibe û qala çîroka fîzîknasê Amerîkayî J. Robert Oppenheimerî dike ku serokê Projeya Manhattanê û pêşengê çêkirina bombeya atomê bû. Fîlm, ji romana bi navê ‘American Prometheus: The Triumph and Tragedy of J. Robert Oppenheimer’ yên Kai Bird û Martin J. Sherwinî ji bo perdeya spî hate kêşandin ku xelata Pulitzerê girtibû. Senaryoya fîlmê jî Christopher Nolan bi xwe nivîsîye û derhênerê hoste di hevpeyvîneke xwe de ragihandibû, di produksiyona fîlmê de wan bêyî efektên CGIyê yekem teqîna çeka nukleerê pêk anîne.
Lîstikvanên sînemayê yên Cillian Murphy, Cillian Murphy, Emily Blunt, Robert Downey Jr, Florence Pugh, Rami Malek, Benny Safdie, Matt Damon, Gary Oldman, Dane DeHaan, Josh Hartnett, Kenneth Branagh û Jack Quaid, Matthew Modine, Dylan Arnold, David Krumholtz, Alden Ehrenreich, David Dastmalchian, Olli Haaskivi, Jason Clarke, James D’Arcy, Michael Angarano, Guy Burnet, Danny Deferrari, Josh Peckû Alex Wolff di fîlmê de lîstin.
Sînemagerê hoste Christopher Nolan li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî “Batman”, “Interstellar”, “Memento”, “Inception”, “The Prestige”, “The Dark Knight”, “The Dark Knight Rises”, “Dunkirk” û “Tenet” ve tê naskirin. “The Dark Knight” û “The Dark Knight Rises” di heman demê de fîlmên herî zêde qezenckirî yên Nolanî ne û fîlmê “Oppenheimer” jî di rêza sêyemîn de cihê xwe girt.
Çavkanî: Beyaz Perde
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com