Pablo Larraín bi fîlmê “El Conde” re derdikeve li pêşberî sînemahezan
Pablo Larraín piştî fîlmê “Spencer'”ê dest bi amadehîyên fîmê xwe yê nû “El Conde”yê kiriye. Fîlmê nû projeyeke platforma dîjîtal a Netflixê ye û fîlm, dîktatorê Şîlî yê Augusto Pinochetî wekî xwînmijek (vampir) 250 salî nîşan dide.
Senaryoya fîlmê komedîya reş a bi navê “El Conde”yê derhêner Pablo Larraín û Guillermo Calderón bi hev re nivîsîne. Çêkerê fîlmê Juan de Dios Larraín e û fîlmê nû dê bi riya mala produksiyonê ya Fabulayê bê kişandin. Hate ragihandin, fîlmê “El Conde” wê di nava sala 2023yê de bikeve vîzyonê û tê de lîstikvanên wekî; Jaime Vadell, Gloria Münchmeyer, Alfredo Castro û Paula Luchsinger cih digirin.
Platforma Netflixê di roja înê de ragihand ku komedîya tarî ya dîrokî, qala çîroka Augusto Pinochetî dike ku xwînmijekî kal e û 250 sal jiyaye. Piştî 250 salan, wî ji ber bêrûmetî û pirsgirêkên malbatî biryara mirinê dide.
Derhênerê navdar ê sînemayê Pablo Larraín li cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Tony Manero”, “No”, “El Club”, “Neruda”, “Jackie” ve “Spencer” ve tê naskirin û yek ji pêşengên sînemaya Amerîkaya Latînê ye. Fîlmên Pablo Larraínî li ser çîrokên têkiliyên hêzê, jiyanên jinan ên cîhanê û rewşa civakî disekine.
Çavkanî: Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com