Paolo Sorrentino bû Serokê Juriyê yê Festîvala Fîlman a Marakeşê

Derhênerê navdar ê Îtalyayî û xelatgirtî yê Oscarê Paolo Sorrentino bû Serokê Juriyê yê 19emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Marakeşê ya Mexribê (Fas). Bernameya festîvalê îsal wê di navbera rojên 11-19ê meha Mijdarê de bê lidarxistin.

Festîvala Fîlman a Marakeşê ji ber pandemîya koronayê navbereke dabû û piştî sê salan ji nû ve rûbirû derdikeve li pêşberî sînemehezan. Li festîvalê îsal bi tevahî 14 fîlmê dê ji bo Xelata ‘Étoile d’Or’ bikevin pêşbazîyê.

Serokê Juriyê derhêner Paolo Sorrentino li cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “The Great Beauty”, “The Hand of God” û “Youth” ve tê naskirin.

Ji bo agahî:

Çavkanî: Dealine û IMDB 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir