“Parasite” û fîlmên din

Di hefteya yekem a meha Mijdarê de li salonên sînemayan 5 fîlm ketin vîzyonê. Di navbera fîlmên hefteye nû de; “Parasite” û”Merheba Welatê Min ê Xweş” derdikevin pêş

Fîlmê “Paraside” ji aliyê yek ji derhênerên herî serketî yên Koreya Başûrê Bong Joon-ho hatiye kişandin. “Parasite” qala çîroka malbata hejar a Kim dike û jiyanên wan ên li taxeke Seulê nîşan dide. Fîlm di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de Xelata Palmîyeya Zêrîn girt û bû berendamê Oscarê. Derhêner Bong Joon-ho bi fîlmên xwe yên “Salinui Chueok” (2003) û “Gwoemul” (2006) ve tê naskirin.

Ahmet Umît di salên 1980’an de nivîskarekî ciwan e û mecbûr dimîne û diçe Moskovayê. Fîlmê “Merhaba Güzel Vatanım” (Merheba Welatê Min ê Xweş), ji çîroka helbestvanê navdar ê Tirk Nazim Hîkmet Ranî îlhama xwe digire ku heyameke wî li Moskovayê derbas bûye.
Senaryoya fîlmê ji aliyê Nivîskar Ahmet Umît ve hate nivîsandin û derhênerê fîlmê Cengîz Ozkarabekîr e.

Di hefteya nû ya mehê de li salonên sînemayên gelek bajaran nîşandanên fîlmên; “After The Wedding”, “The Staggering Girl”, “Le Daim”, “Maleficent: Mistress of Evil” “Karakomîk Gunler”, “Joker”, “7. Koguştakî Mûcize” “Dolor y Gloria” “Cînayet Susu”, “Kral Şakîr: Korsanlar Dîyari” didomin.

Fîlmên vê hefteyê:

“Parasite” / Gisaengchung” Bong Joon-ho û
Senaryo: Bong Joon-ho, Jin Won Han

“Merhaba Güzel Vatanım” / Cengîz Ozkarabekîr û Senaryo: Ahmet Umît

“Clown Motel: Spirits Arise” / Derhêner û Senaryo: Joseph Kelly

“Terminator: Dark Fate” / Derhêner: Tim Miller û Senaryo: Billy Ray, Justin Rhodes

“Araf 3: Cinler Kitabı” / Derhêner: Biray Dalkıran û Senaryo: Bîray Dalkiran, Şafak Guçlu

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: