Pênc fîlmên Kurdî dê li Mêrdînê bêne nîşandayîn

Pênc fîlmên Kurdî dê di çarçoveya bernameya Rêbendana 2024ê ya Şaneşînê de derbikevin li pêşberî temaşevanan. Belgefîlmê “Şilfîtazî”, kurtefîlmên “Veger”, “Roja Min û Te”, “Barê Giran” û “Aforoz” dê li Şaneşîn Performansê (Mêrdîn) bêne nîşandayîn. Destpêka nîşandayîna fîlman: 19.30

Lîstikên şanoyê yên “Şêxê Sen’anî”, “Domuz Ahiri”, “Şengê û Pengê”, “Dawîya Dawî”, “Înfaz” jî dê di bernameya nû ya Şaneşînê de derbikevin ser dikê.

Dîrokên nîşandayîna belgefîlm û kurtefîlman:

Belgefîlmê “Şilfîtazî” (Derhêner: Zekerîya Aydogan, 2015): 10ê Rêbendanê

Kurtefîlmên “Veger” (Der: Selman Denîz, 2017), “Roja Min û Te” (Der: Zekerîya Aydogan, 2022): 17ê Rêbendanê

Kurtefîlmên “Barê Giran” û “Aforoz” (Der: Yilmaz Ozdîl): 24ê Rêbendanê

Şaneşîn Performansê wek koma şanoya kurdî, ji alîyê hin mamosteyên kurdî û dilxwazên vê qadê ve li Mêrdînê hatîye avakirin û ji bilî lîstikên şanoyan her mehê nîşandayîna fîlman jî li dar dixe.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir