Pêşengê Sînemaya Çermreşan: Spike Lee 

Nivîs: Rûmet Med

Derhêner, çêker, senarîst, lîstikvan û akademisyenê navdar ê Emerîkanê ji Efrîqayî Spike Lee pêşengê rêbeza “Sînemaya Çermreşan” e. Di fîlmên xwe de bi giştî li ser mijarên nîqaşî, çînî, cihêkarî, nîjadî, civakî, malbatî û polîtîkê disekine. Di rêbaza Sînemaya Çermreşan (Black Cinema) de di hemû rolên fîlman de lîstikvanên çermreş dilîzin.

Sînemagerê serbixwe Spike Lee (Shelton Jackson Lee), di 20’ê Adara 1957’ê de li bajarê Atlantaya Parêzgeha Georgiayê ya DYAyê hatiye dinyayê û zarokatiya wî li herêma Fort Greeneyê ku girêdayî Brooklynê derbas bûye. Dayika wî mamosteya Huner û Edebiyatê û bavê wî jî Gîtarîstê Cazê bûn. Spike Lee di nava rewşeke xizaniyê de mezin bûye ku ji ber vê jî di mijarên civakî û polîtîk de xwediyê hestyarî ye. Vê yekê jî bandorê li zimanê sînema û xebatên wî yên din jî kiriye.


Derhênerê navdar ê çermreş Spike mirovekî piralî ye û di ciwantiya xwe de bala xwe daye werzîşê ku di koma Beysbolê ya New York Metsê de cih girtiye.

Lee, yek ji dibistanên herî prestîj ên Georgiayê ya Koleja Morehouseyê dixwîne û li New Yorkê derfetê karê nabîne. Derhêner di van salan de ji xwe re kamereyeke Super 8mm kirîye ku bi vê kamêrayê dest bi kişandina vîdyoyên amatorê dike.

Spike Lee piştî qedandina Kolejê, ji Enstîtuya Sînema û Televîzyonê ya Zanîngeha New Yorkê mezûn dibe û ji bo perwerdehiya xwe ya lîsansê di karên diskjokeytî û nivîskarê de dixebite. Spike Lee di sala yekem a Akademiya Sînemayê de kurtefîlmê xwe yê “The Anwers”ê kişandiye ku ev fîlm rûyê nijadperestiyê nîşan dide. Sînemager, di vê lêgerana xwe ya sînemayê de fîlmekî din ê bi navê “ Last Hustle in Brooklyn ” dikîşine û tê de qala mirovên çermreş û ji Porto Ricoyî dike. Derhêner bi demê re dibe pisporê fîlm kişandinê ku di van salên Zanîngehê de bi yekem fîlmê xweyê dirêj ê biserketî yê bi navê “Joe’s Bed-Study Barbershop: We Cut Heads” (1983) re ji Akademiya Fîlman Xelata Xwendekarê ya Oscarê digire. Ev fîlm di heman demê de fîlmê wî yê mezûniyetê ye û ji dikana berberekî jiyana gettoyê dide ber çavan.

Derhêner Spike Lee demekê xebatên senaryoyê dike û li ajanseke produksiyona fîlman dixebite. Piştî sê salan ji yekem fîlmê wî yê dirêj jî, fîlmê “She’s Gotta Have It” (1986) tê kişandin û ev fîlm li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Fîlmê Yekem ê Baştirîn werdigire, derhêner bi xwe jî di vî fîlmê komediyê de dilîze.

Di sala 1988’ê de fîlmê wî yê “School Daze”, piştî salekê jî fîlmê “Do the Right Thing” têne kişandin. Fîlmê  “Do the Right Thing” (1989) behsa li bajarê mezin û rewşên ku ji pirsgirêkên nijadî derdikevin holê dike. Ev fîlm jî li Xelatên Oscarê di beşa Senaryoya Baştirîn de weke berendam hatiye nîşandan û ji hêla teknîkî fîlmekî resen û xwediyê nerîneke berfireh a polîtik e.

Bi vî fîlmê derhênerê cara yekem di dîroka sînemaya Hollywoodê de çermreşekî bûbû çêkerê fîlman û Spike Lee di vî fîlmê xwe de jî li ser mijarên cihêkarî û nijadperestiyê disekine.

Derhêner bi riya pargidaniya xwe ya “Fortty Acres and a Mule Filmwork”ê li ser projeyên fîlman xebitine, fîlm û bernameyên televîzyonê û ji bo gelek hunermendên muzîkê yên wekî; Prince, Michael Jackson, Stevie Wonder, Tracy Chapman, Miles Davis, Anita Baker, Branford Marsalisî klîp û fîlmên reklamê kişandine.

Lee, di fîlmê xwe yê “Mo’ Better Blues”ê (1990) de li ser têmaya cazê disekine ku cureya fîlmê dram-muzîkî ye û jiyana trompetjenekî ku dixwazî di pîşeya xwe de biserketî bibe, nîşan dide.

Spike Lee, di fîlmê “Jungle Fever” (1991) de behsa evîna avahîsazekî çermreş û katibeke çermspî dike û bal dikişîne li pirsgirêkên civakî û herêmî.

Sînemager, di sala 1992’yê de bi fîlmê xwe yê nû yê “Malcolm X” re derdikeve li pêşberî sînemahezan ku ev fîlm çîroka jiyana aktîvîstê Emerîkanê ji Efrîqayî yê Malcolm Xî tîne ber perdeya sînemayê û ev fîlm sê saet didome ku li Xelatên Oscarê (Akademî) ji bo Xelata Derhênerê/a Baştirîn weke berendam hatibû nîşandan.

Piştî du salan jî fîlmê wî yê “Crooklyn”ê (1994) ku jiyana malbateke çermreş û afmosfer salên 70’an dide ber çavan, dikeve vîzyonê. Dûre jî fîlmekî din ê bi navê “ Clockers” (1995) yê “Spike Leeyî ku ji romana Richard Priceyî ji bo sînemayê lê hatiye anîn, tê kişandin û ev fîlm jî ji aliyê rexnegir û derdorên sînemayê ve gelek tête ecibandin.

Yek ji sînemgerên herî bandorker, resen û biserketî yên sînemaya nûjenê Spike Lee, ji bo lîstikvan û sînemagerên Emerîkanên ji Efriqayî derhêner û çêkerekî pêşeng e. Gelek lîstikvanên sînemaya Amerîkayên yên wekî; Wesley Snipes, Samuel L. Jackson, Angela Bassett, Denzel Washington, Laurence Fishburne di fîlmên wî de cih girtin û navdar bûn.

Lee, di 2015’ê de li Xelatên Oscarê Xelata Rûmetê û di sala 2019’ê de bi fîlmê xwe yê “BlacKkKlansman” (2018), li Cannesê xelatên Juriya Mezin û Senaryoya Lêanîn a Baştirîn wergirtin.

Derhêner, jê hunereke konformîstê xwe dûr xistiye û fîlmên resen afirandine û di fîlmên xwe bal dikişîne li ser mijarên nijadî, zayendî, çînî û li dijî nijadperestî, tundî û cihêkariyê derdikeve. Hevsera wî Parêzer e û du zarokên wî hene. Heta niha pirtûkên wî yên; “Spike Lee’s gotta have it” (1987), “Uplift the race” (1988), “Fight the Power” (Bi Chuck D re, 1997), “Spike Lee” (1998), “Please, Baby, Please” (Bi Tonya Lee re, 2002), “Please, Puppy, Please” (Bi Tonya Lee re, 2005), “Best Seat in the House: A Basketball Memoir” hatine weşandin.

Fîlmên derhênerê navdar ê cîhanê Spike Leeyî li bernameyên festîvalên fîlman ên herî girîng ên sînemayê hatin nîşandan û gelek fîlmên wî xelatên Oscar, BAFTA, Cesar û Emmyê girtin û du car bûn berendamê Xelatên Oscarê (Akademî). Herwiha wî mamoste ye û teraftarê New York Knicksê ye.

Spike Lee herî dawî li ser projeya fîlmekî bi navê “Prince of Cats”ê dixebite. Derhênerê navdar li bernameya 74’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê bû serokê juriyê û xelatên festîvalê eşkere kir.

Fîlmên Spike Leeyî yên din: “Girl 6” (Four Little Girls, 1996), “Ger on the Bus” (1996), “Subway stories: Tales from the underground” (1997), “He got game” (1998), “Freak” (1998), “Summer of Sam” (1999), “Bamboozled” (2000), “25 th hour” (2002), “She Hate Me” (2004),”Inside Man” (2006), “Miracle At StAnna” (2008), “Red Hook Summer”(2012), “Oldboy” (2013), “Da Sweet Blood of Jesus” (2014), “Chi-Raq” (2015), “Pass Over” (2018), “Da 5 Bloods” (2020),

Kurtefîlmên derhênerê: “Last Hustle in Brooklyn” (1979), “The Answer” (1980), “Sarah” (1981), “Lumiere and Company” (1995), “Come Rain or Come Shine” (2001), “We Wuz Robbed” (2002), “Jesus Children of America” (2005), “Brave: Visions For Moncler” (2017), “3 Brothers: Radio Raheem, Eric Garner and George Floyd” (2020).

Belgefîlmên wî: “4 Little Girls” (1997), “The Original Kings of Comedy” (2000), “Bad 25” (2012), “Michael Jackson’s Journey from Motown to Off the Wall” (2016), “2 Fists Up” (2016).

Çavkanî:

https://www.imdb.com/name/nm0000490/

https://en.wikipedia.org/wiki/Spike_Lee

https://tr.wikipedia.org/wiki/Spike_Lee

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 102, 103). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir