Pêşengê sînemaya surrealîstê: Luis Buñuel Portolés  

 Nivîs: Rûmet Onur Kaya

“Sînema; riya baştir e ku ji bo ravekirina hest û xiyal û cîhanên xweajoyê…”*

 Derhêner û senarîstê navdar ê Îspanyayê Luis Buñuel Portolés (1900-1983) pêşengê rêbaza “Avant-garde” ye ku ji aliyê derdorên hunera sînemayê ve yek ji derhênerên herî bandorker ên dîroka sînemayê tê qebûl kirin. Buñuel fîlmên xwe bi piranî bi zimanên îspanî û fransî, bi awayekî surrealîst kêşandine, hin fîlmên wî jî bi îngîlîzî ne û di fîlmên xwe de piştî Şerê Duyemîn yê Cîhanê, li ser têkiliyên civakî yên bêedalet û bêexlaqiya burjiwayê disekine.

Luis Buñuel li bajarê Calandayê ku bi girêdayî parêzgeha Araganoya Îspanyayê hatiye dinê û li bajarê Madridê di beşên zanista zîraet, felsefe, wêje û zanistên siruştê de xwendine, li dû jî bi Federico Garcia Lorca, Salvador Dali û Josê Ortega re hev naskirine. Buñuel perwerdehiya xwe neqedaniye û li Parîsê beşdarî Academie du Cinemayê bûye û li vir weke alîkarê derhênerê xebitiye.

Derhêner, di sala 1929ê de kurtefîlma xwe ya “Un chien andalou” dikêşine ku ev fîlm bi wêne û  sehneyên surrealîst bandoreke metelhişt li temaşevanan kiriye.  Piştî salakê jî yekem metraj dirêj ê fîlmê wî yê “L’age d’or”ê tê ku ev fîlmê derhênerê ji ber sedemê rexnekirinê hat qedexe kirin û di her du fîlmên wî de Luis Buñuel û Salvador Dalî bi hev re xebitîne. Buñuel di 1933ê de belgefîlma “Las Hurdas/Tierra sin pan” kêşandiye û ev belgefîlm jî ji ber ku rexneyî xizanî û bêedaletiya civakî dike li sînemayan hatiye qedexe kirin.

Luis Buñuel di navbera salên 30an de ji bo çêkirina karê senkronizasyona fîlmên metraj direj diçe li Amerikayê û li wir fîlmên Hollywoodê dikêşîne. Di dema Francoyê de bêkar dimîne û di sala 1941ê de li Muzeya Huner a Nûjenê (Museum of Moderd) ya New Yorkê dest bi karê dike, lê belê hevalê wî yê Salvador Dalî weke komunîst tête îxbar kirin û ji ber vê derhêner ji karê xwe tê derxistin.

Derhêner, li DYAyê serîlêdan ji bo hin pargidaniya fîlman ên Hollywoodê dike, lê qebûl nakin û Buñuel di 1948ê de diçe Meksikayê. Piştî du salan jî li Mexico Cityê fîlmê xwe yê nû “Los Olvadidas” (1950) derdikeve li vîzyonê ku ev fîlm taxên xizan û rewşên ciwanan nîşan dide. Luis Buñuel di fîlmên xwe de dibêje ku divê şert û mercên civakî biguherin, ger ku şert û mercên jiyanê neguherîn alîkarî/xêrxwazî jî bêkêr e û bi vê fîlmê xwe li Festîvala Fîlman a Cannesê dibe derhênerê baştirîn. Derhêner piştî salekê bi fîlmê xwe yê “Susana”, dîsa li bernameya Cannesê xelata Fîlmê Pêşeng ê Baştirîn digire.

Di 1959ê de yek ji fîlmên wî yên girîngtir “Nazarîn”ê tê û behsa çîroka jiyana keşîşekî û têkiliya wî ya bi mirovan dike. Fîlmê “Nazarîn” yek ji mînakên herî bandorker û balkêş ên dîroka sînemayê ye û bandoreke mezin li hemû cîhanê kiriye û fîlm di heman demê de, di lîsteya “10 fîlmên baştirîn ên cîhanê” yê derhênerê nemir Anderi Tarkovskyî de jî cih digire.  Luis Buñuel piştî du salan fîlmekî nû yê bi navê “Viridiana”yê dikêşîne û di fîlmê de jineke ciwan berendama bûna raxîbeyê ye û ji bo xizan stargeh çêdike, fîlm li ser mijara fikr û îdealên olî ku  neanîne cih, disekine.

Sînemager Buñuel di nava salên 1960an de li Frensayê xebitiye û li wir jî di fîlmên xwe de cih dide mijarên wekî civakî-rexneyî û olî, û rewşên çînên civakî û burjuvaziyê nîşan dide. Fîlmên wî yên ku di vê demê de hatine kêşandin; “Le journal d’une femme de chambre” (1964), “Belle de jour” (1967), “La voie lacetee” (1969), “Tristana” (1970) û “Le charme discret de la bourgeoisie” (1972) ne. Derhêner bi fîlmê xwe yê “Le charme discret de la bourgeoisie” li Xelatên Akademiyê di beşa Fîlmê Biyanî yê Baştirîn de xelata Oscarê digire.

Derhênerê navdar di jiyana xwe ya hunerê de bi dehan fîlm bi rêve birin ku mora xwe da li hunera heftemînê û fîlmên wî li bernameyên festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî, Cannes, Akademy Awards, Venedîk, Berlîn, BATFTAyê hatin nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Derhênerê nemir Buñuel piştî ku kêşandina fîlmê  xwe yên dawî; “Le fantome de la liberte” (1974) û “Cet obscur objet du desir”ê (1977), dest ji karê derhêneriya sînemayê kişand. Lê Buñuel piştî vê dîrokê senaryoyên gelek fîlman nivîsandin û di sala 1983ê de ji ber nesaxiya sîrozê çû ser dilovaniya xwe.

Fîlmên din ên derhêner Luis Buñuelî; “Centinela, alerta”(1937), “Gran Casino”(1947), “El Gran Calavera” (1949), “La hija del engano” (1951), “Subida al cielo” (1952), “Una mujer sin amor” (1952), “El Bruto” (1953), “El” (1953), “La ilusion vivaja en tranvia” (1954), “Abismos de pasion” (1954), “Robinson Crusoe” (1954), “Ensayo de un crimen” (1955), “El rio y la muerte” (1955), “Cela s’appelle l’aurore” (1956), “La mort en ce jardin” (1956), “La fievre monte a El Pao” (1959), “The Young One” (1960), “El Angel Exterminador” (1962), “Simon del desierto”, (1965).

*Luis Buñuel

(04.06.2021)

Çavkanî:

 https://www.imdb.com/name/nm0000320/

 https://en.wikipedia.org/wiki/Juan_Luis_Bu%C3%B1uel

 https://tr.wikipedia.org/wiki/Luis_Bu%C3%B1uel

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 22, 23). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

*Ev nivîs cara yekem di Hejmara Pêncemîn a Sînemaya Serbixwe’yê de hate weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir