Pêşniyara îro: Belgefîlmê “Keleha Zêrzevan”

Keleha Zêrzevan li Amedê li ser rêya Çinarê cihek dîrokî ye. Keleha Zêrzevan wekî baregeheke leşkerî ji aliyê artêşa Romayê ve hatiye sazkirin. Ne tenê wekî keleh, wekî bajêr hatiye sazkirin ji ber ku li ser rêyeke stratejîk e. Bi sedan salan ev der bexwedî, winda maye. Û di van salên dawî de vê derê pênaseya xwe ya dîrokî carek din bi dest xistiye û bûye cihek tûrîstîk. Di van 5 salên dawî de jî her sal bi hezaran kes diçin serdana vê derê.

DÎTAV’ê (Weqfa Çand û Alîkarî ya Nasandina Amedê) li ser vê yekê belgefîlmekî kişandiye. DÎTAV dixwaze sala 2021’ê bibe sala Zêrzevanê. Derhêneriya belgefîlmî Feyzî Baran kiriye. Di van rojên ku ji ber vîrusa koronayê her kes li mal e de em vî belgefîlmî derdixin pêş û pêşniyar dikin.

Fermo:

Çavkanî: www.Diyarname.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir