Pêşniyara muzîkê: ji fîlmê “From Dusk till Dawn”

Nivîs: Rûmet Med

Di replîkeke fîlmê “Once Upon A Time In Mexico” ya derhênerê navdar Robert Rodriguezî dibêje ku, “Muzîk xwerû ye, ji dilê mirovê tê.. Ku ruh xwerû be, muzîk azadane diherike…”

Bi rastî newayên muzîkan; ruh û canê jiyanê û rengê dilê çandê ne. Ji bo hunera sînemayê jî muzîk, wekî dîmen û dîyalogan gelek girîng e û wê dibe giyan û hilma rûyê fîlman.

Ez jî muzîkeke fîlmê “From Dusk till Dawn”ê pêşniyarî temaşevanên sînemayê û guhdarên muzîkan dikim ku newayên wê wekî rengê biharê şîn tê.

Fîlmê “From Dusk till Dawn” (1996) ku ji aliyê derhênerê navdar Robert Rodriguez ve hatiye kişandin, qala çîroka rêwîtiya birayên Geckoyî dike û mijara wê li Texasê diqewime. Senaryoya fîlmê Quentin Tarantino, Robert Kurtzman nivîsandine û di nava fîlmê de lîstikvan û derhênerê wekî; George Clooney, Quentin Tarantino, Salma Hayek, Danny Trejo û Harvey Keitelî jî dilîzin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: