Pêşverûtî û Bêhempatîya Filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” yê Şewket Emîn Korkî   

Ji bo ku em însan û civak fehm û îdraq bikin, jîyan û dinyayê ronî bikin, dahatûyeke biewle û rind înşa bikin hem divê em evolusyona bîyolojîk, jeolojîk û civakî/kulturî baş bizanin hem jî divê me xwedî fikirîna evolusyonî bibin. Çimkî bêzanînê û fikirîna evolosyonî hemû zanîn, îdraqkirin û fehmkirinên me qels, kêm û nîvco bimînîn û negihêjîn herî rast.

Hata modernizma evolusyonê û sosyalîya civakan ji hev cûda bûn û li her civakê ne wekî hev bû lê, bi raya teknolojîyê dinyaya modern globalîze bû; bi tabîrekî din, “dinya bû wekî gundekî”. Modernizmê bû sedemê hemankirina evolusyona sosyalî yên gelek civakan. Di encama globalîzmê de evolusyona sosyalîya civakan edî ne ji hev cûda, evolusyona piranîya civakan bû wekî hevdû. Problema mezin ji vir derdikeve, çimkî evolusyona sosyalî ya gelek civakan negihîştîbû qonaxa evolusyonê modern, ji bo ku bigihêjîn vî qonaxê dibe ku gelek qonaxê din derbas bikirina lê gelek civak ev qonaxê nejîyan, nepejirandin û xwemalînekirin yekser derbasî dawîtirîn qonaxê bûn.

Kurd, evolosyona xwe ya sosyalî qonax bi qonax nejîyayî, nepejirandin û xwemalînekirin, derbasî qonaxeka raserî bûn. Ji bo kurdan hêj çend qonaxan mabûn derbasî modernizmê bibin lê xwe di navenda (ortê) mordernizmê de dîtîn. Ji krîz, paradoks, buhran, diltengî û teşqeleyê, derengmayînê ji vir derdikeve.

Bifikirin ku çend takekesên netewekî dixwazin li serê jenosîdeka netewa xwe filmekî bikîşîn lê dezge û sazî wî, revêbire wî û gelê wî fehmkor, guhnedêr û bêeleqeye. Bi dil û devê xwe jî piştgirî nadin ku ev filmê bên kişandin.

Bifikirin ku dixwazin li serê jenosîda netewekê de filmekî bê kişandin lê kamera tune ye, kamera tê peydakirin, lîstikvan tune ye, lîstikvan tê peydakirina, bûtçe xelas dibe, butçe tê dîtîn, bobelatekî tê li serê derhênerê, filmê tê kişandan salona sînema tune ye ku filmê wê/î bên nîşandayîn, di mekanekî vekirî de nîmayişkirina filmê dest pê dike!…

Şewket Emîn Korkî gilî û gazind û lome nekiriye û ji bêîmkanîyan û ji meseleyekî jirêzê çîrokeka orjînal, afirîner, balkêş, trajîkomîk, netewî û gerdûnî derxistîye hem jî dilê xwe rehet kirîye.

Filma “Bîranînên Li SerKevirî” (2014) sêyemîn a metraj dirêj ê Şewket Emîn Korkî ye, di sala 2014an de ketiye vîzyonê û 97 deqiqe ye. Berî jî bi nava “Crossing The Dust” (2006) û “Kick Off” (2009) du direjfilmê wî û çend kurtefilmên wî din jî hene. Îhtîmala mezin îsal jî filma wî ya nû bi navê “The Examê” bikeve vîzyonê.

Di peywendîya Kurdistan de filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” di welatên derengmayî de têkilîya civak û sînema û pêvajoya kişandina filman û nîşanî me dide û bersiva wekî van pirsan dide; bîrewerîya sînemaya civakî çi aste de ye, filmekî çawa tê kişandin, îmkanên kişandina filman çi ne û zehmetî û astengiyên kişandine filman çi ne.

Filmê di nava filmê de ye: Mijara filmê li ser Jenosîda Enfalê kişandina filmekî. Mijara ku her takekesê/î kurdî têkildar dike. Ne mijareke takekesî, evînî an jî ne tiştekî din e. Li rexmî mijara filmê mijareka netewî ye jî jixwe filmê ji aliyê gel û rêvebirinê ve nayê piştgirîkirin û destekkirin hem jî ji bo gelê nabê çoş, kelecan û meraq. Nava serlehengê mêrê Roj Azad e. Roj Azad, Îbrahîm Tatlisesî tîne bîrê. Demekê Îbrahîm Tatlises ji bo karê înşaatê çûbû Başûrî. Başûrîyan gelek eleqa nîşanî Tatlisesî dabûn.

Populerbûn û hunera erzan çawa pere dike û girîngî tê dayîn, lêbelê di meseleyeka netewî di çawa fehmkor in û çênebûna hişmendîya netewî; girîngî nedayîn û xwedî derketina jenosîda xwe, guhnedêrî û bêeleqemayîna civak û rêvebiran û tunebûna hişmendî, nêrîn û nêzikbûna wan ya sînemayê nîşanî me dide.

Ji bo meseleyeka netewî filmekî tê kişandin, lê ji ber tunebûna lîstikvana serekeyê ji çar perçeya Kurdistanê lîstikvanê tê gerîn. Şewket Emîn Korkî, afirînerîyeka mezin dike; hem mijara xwe tenê Başûr ra sinordar nake hem jî ji aliyê temsîlê ve tenê bi Başurî ra sinordar nemaye, jixwe piraniya sînema û edebîyata kurdî bi perçeya xwe ra sinor diminê, cîyê daya pirrengîya Kurdistanê, bi vî hawî mijara filmê bi çar parçeya Kurdistan ra têkildar dike: wekî filmên û bibîrxistina Yilmaz Guney, Dengbêjî, Hewreman, Serhad, Soran, Kurmanc, Rojhelat, Bakur…

Jineke Başûrê dixwaze di filmê de weke serheleng bilêze, lê mam û pismamê wê destûr nadin ku tê de bilêze, li vir çîrokeka din heye… em dibînîn ku hêj îradeya jinanê azad tune ye, hefsarî îradeya wan di destên mêrên malbata wê de ye.  Ji bo ku ekîpmanê filmê li Başûrê tune ye û jina serleheng nayê peydakirin. Li Rojhelatê ji bo serlehengiyê jineka dibînîn û ji bo wekî kamera ekîpmanê filmê bînin derhêner û ji ekîpê filmê çend kesan diçin Rojhelatê lê ew ji ber ku nikarin bi rêyanê fermî derbasî li Başûrê bibin, di rêyên qaçaxê ra dixwazin derbasî Başûrê bibin lê dema ku derbasî Başûrê dibin jina ku wekî serlehengê bilêze tê girtin lê ekîp filmê û ekîpmanê filmê derbasî Başûrê dikin. Hem jî nava serlehengê jinê Sinor e. Parçebûyîna Kurdistan û danîna sinoran bi afirînerîyê tê problematîze kirin.

Di têkilîya serdestan û bindestan de, bindestî bê çavên û aqilê serdestên xwe nikarin binêrîn li xwe û li serê xwe bifikirin lê di filma Bîranînên Li Ser Kevirî de çavên û aqilê serdestên kurdan tune ye, kurd bêyî çavên wan bi çavên xwe, bi xwe dinêrin, bi aqilê xwe li serê xwe fikirîn. Bê serdestan em dikarin teheyûlê xwe û welatê xwe bikin. Pêkhatîna vî dîyardeyê nîşaneya gihîştîna astekî gelek berz e û pêşketin û azazbûn e… Em dikarin behsa ontolojîyeka kurd û sînemeya kurdî bikin. Em dest bi avakirina zemanê xwe kirine. Ev diyarde hem jî nîşaneya hêbûna sînemaya Kurdî ye. Nîqaşên sînemaya Kurdî heye an jî tune ye pûç û vala dike.

Şewket Emîn Korkî an jî derhênereke/î din bikare li serê gendelî an tabûyên din ên Başûr an jî yên giştî filmekî bikişîne. Wê çaxê asta sînemaya Kurdî gelek berztir bibe.

Piraniya filmên kurdî xwe li ser nîşandayîna hêbûna kurdan ava dikin. Filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” nîşandayîna hêbûna kurdan derbas kiriye. Neketiya meseleya hêbûn an jî tunebûna kurdanî. Ketiye meseleya hêbûna kurdan çawa, divê çawa bê; mînak di filmê de jin bi mêrê xwe ra soranî mêr jî bi jina xwe kurmancî qisey dikin; tê ev wate ku yekîtiya zimanê kurdî çêbûye û rêyên minaqeşeyê ji me ra vedike: Realîteya kurdan, bersiva pirsa em çi ne dide, Kurd li serê xwe, civaka bifikirin, xwe bibînîn, xwe rexne bikin, jê xwe bipirsin.

Di sehneyê dawî ya filmê de, di mekanekî vekirî de ji bo cara yekem nîmayişkirina filmê her tiştî amade ye. Derhênerê filmê Huseyn bi erebaya kêmendaman hatiye. Ji bo ku film temam bibe gelek fedakarî hatiye kirin: Berî Alan mala xwe firotiye û pişt ra jî Huseyn ji bo ku film temam bibe xwîna difiroşe. Lê di temeşakirina filmê de ji xeynî derhêner û çend lîstikvan û pismamê Sinor, kes filmê temaşe nake. Di sehneya dawî de derhêner nîşanî me dide ku: Di welatên derengmayîyan de kesên ku bi hunerê ve eleqedar dibin bi tenê serê xwe ne.

Kesên ku xwestin filmekî ji bo netewa xwe bikişînin gelo van kesan cardin bikarin cesaret bikin ku filmekî din bikêşînin?  Ev tişt ne tenê film, roman, çîrok, fotografkêşî…. û tiştekî din jî dibe.

Welatekî derengmayî encax dikare bi xebatên wan kesên fedakar û dilsoz, derengmayîna xwe dabîn bike, paş xwe bihêle!…

Nivîs: Welat Ramînazad 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: