“Peter Dinklage” tevlî li fîlmê ‘The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes’ê bû

Lîstikvanê navdar ê sînemayê û rêzefîlman Peter Dinklage, tevlî li fîlmê ‘The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes’ê bû ku dê di fîlmê de bi rola Casca Higbottom re cih bigire. Peter Dinklage di rêzefîlmê “Game of Thrones” de lîstibû.
Fîlmê “The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes” dê ji aliyê derhênerê navdar Francis Lawrence ve û bi pargîdanîya Lionsgateyê bê kişandin û hate ragihandin ku fîlmê “The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes” wê di dîroka 17ê meha Berfanbara 2023yê de bikeve vîzyonê.
Di fîlmê de lîstikvanên wekî; Rachel Zegler, Tom Blyth, Nick Benson, Lilly Cooper, Luna Steeples, Hiroki Berrecloth, Peter Dinklage, Josh Andrés Rivera, Ashley Liao, Mackenzie Lansing, Hunter Schafer û Laurel Marsden cih digirin. Fîlmê nû, li serdema 10emîn Lîstikên Birçîbûnê diqewime ku fîlmê dewam ê “The Hunger Games”ê (2012) ye.
Çavkanî: Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com