Pêwendiyên Sînematîk Di Navbera Bergman Û Woody Allen de*
Nivîs: Miradê Miradan
Gavên derhênerê Amerikî yê navdar Woody Allen û derhênerê Swêdî Bergmanê ku yek ji kelhên sînemayê tê dîtin pirrî caran li hev likumîne. Teknîk û şêwaza wan ne yek e lê bes herduyan jî berê xwe dane kurahiyên mirovî.
Çi Bergman be çi jî Woody Allen, bi fîlmên ku girtine, li ser têmayen nêzi hev hûrbûne û Allen hê jî vê didomîne. Bergman, bi derhêneriya xwe û bi filmên ku hilberandine nîşanî me da ku wî çawa xwezayiya rewşa mirovahiyê, têkiliyên heteroseksûel, bawerî û rihiyeta jinbûn û mêritiyê vebeyandiye perdeya sînemayê.
Di heman katê de Woody Allen jî bi vekolinên xwe yên li ser tekiliyên jin û mêran, Yahûdîtî, entellektuelî û jiyana modern, filmên rexneyî di derbarê tewşitiya mirovahiyê de diyarî me kirine û dike. Bi şêwaz û vegotineke nikinû li ser rewişta insên fîlmên absûrd û trajîk girtiye û di gelekan de jî ew bixwe leyistiye. Qeyranên takekesî ku karakterên wî dijîn, dema ku me dikenînin dikin ku em li hîn rewşên xwe jî biverqilin. Kêm derhêner mîna Allen hene ku dram û komediyê wek hev serkeftî derbixine holê. Allen trajediya di filmên Bergman de tim didît. Tişta ku wî kir ev trajedî bi mîzahê re li moxil kir. Lê xuyaye ku dêmên dawî bêhtir giranî daye ser dramê. Çiku Allen yek ji sewdaserê Bergman e.
Wextekî Woody Allen di heypeyvînekê de li ser xwe û Bergman weha gotiye:
“ bo ku jiyaneke min î cidî nebûye çi qas poşman im, bo ku fîlmên min ên pêşî zêde biheng in.
Min dixwest ku bibime Bergman”
Hingê çi ne pewêndiyên sînematîk di navbera Bergman û Woody Allen de?
Persona (1966) / Love and Death (1975)
Persona, psîkolojîk-dramayeke ku Bergman di sala 1966an girtiye. Çîroka mirineke zehf hestyar, perçebûna kesayetî û sertaçeke bi êşê xemili ye. Bi min Persona lûtkeya Bergman e. Bandoreke mezin li derhênerên hevçaxên Bergman û yên li pey hatî kiriye– minaka herî baş fîlmê David Lynch- Mulholland Dr. e. Persona hingê bi bikaranîna reng û roniyê – tevi ku reş û spî hatiye girtin jî- bi efsûniya estetikî û sînematografiya xwe bi pesn û heyraniyeke gelekî berz hatibû pêşwazîkirin û hê jî wilo ye.
Hêla ‘Persona’ ya hêri balkêş, rûyê herdu serlîstikvanên ku aktorên navdar Lîv Ulmann û Bîb Anderson dibercestînin di çarçoveyekê de hatina qeysa hev e. Ev teknîka çarçovekirinê, bal kişande ser biyekbûna herdu karaktêran û heta dawiya fîlm weke ‘amûra vegotina çîrokê’ hate bikaranîn. Dîtina vê yekê di serî de zehmet e. Lê her ku karaktêr yek çarçovê parve dikin, şaşe diguherê û çîrok diherike em efsuniya vê teknîk û vegotinê bêhtir fam dikin.
Hema piştî ‘Persona’ yê bi deh salan Woody Allen ‘Love and Death‘ ê dikişîne. Ev fîlm li ser dîroka Rûsyayê weke leanîneke hicvî-absurdî ya romana Dostoyevskî ‘Sûc û Ceza’ yan jî ‘Birayên Karamazov’ tê zanîn. Lê ji hêla xwe ya dîtbarî ve bi sehneyekê sînorkirî bê jî bandoreke ‘Persona’ ya Bergman li ser heye. Her wiha Allen di vî fîlmê xwe de gelek referans ji fîlmê ‘The Seventh Seal’ a Bergman jî standine. Lê nemaze di dawiya fîlm de du karaktêrên jin mîna teknîka ku di Persona de qewimîbû di yek çarçoveyê de, rûye wan li qeysa hev weke ku ‘yek rû ‘be derketin pêşberî me. Allen di vê sehneyê de ‘biyekbûnek Bergmanî’ derxistibû holê. Lê ev nayê wê wateyê ku ‘Love and Death‘ parodiya ‘Persona’ ye, bi mijar û şewaza xwe jê cihê ye. Ev yek bêhtir rêzgirtin û silaveke Woody Allen bû ji Bergman re.
Cries and Whispers (1972) / Interiors (1978)
Woody Allen sala 1977an bi fÎlmê xwe yê ‘Annie Hall’ serketineke nûwaze nîşan dide. Tew çar xelatên oscarê jî li stuyê xwe dike. Piştî vê serketinê 1978an li ser yekemîn fîlmê xwe yê xwerû dramatîk ‘Interiors’ ê dest bi xebatan dike. Allen di esasê vî fîlmê xwe de -bi vegotina: tekiliyen tarûmar, çirokên xwekujiyê, psîkolojiyên lemelem- ji pêwendiyên xwe yên destpêkê rizgar dibe. Interiors bi pêwendiyên dîtbari û vegotinî ku bi fîlmê ‘Cries and Whispers’ re daniye -bi kişandina rûyên karaktêran bi vê hincetê jî vegotina dinyayên hundirin- tam jî Bergman- esque ye.
Ev herdu fîlm bi atmosfer, sînematografî û bi êşên ku karaktêr di hundirê xwe de dihewînin – herwiha bi bikaranina sê jinan pir nêzî hev in. ‘Cries and Whispers’ bes di nava malîkxanekê de derbas dibe. Çîrok li derdora sê xwişkê hev û xizmetkara mala tê honandin. Marîa û Karîn, diçine mala xwişka xwe Agnes bo ku nihêrvaniya wê bikin lewra pençeşêrê lê xistiye û di ber sekerata de ye. Di nav her sê jinên li dora Agnes de tevî ku yên din xwişkê wê ne jî, ya herî dilovan û bexşende Anna ya xizmetkar e. Mîna dayîkek her li ber serê Agnes e. Fîlm li ser têkilî, hesab dîtina bi rabirdûyê re û vepirsînên hundirîn yên Maria û Karin re -di navendê de Agnes- di atmosfereke westar û xenek de diherike.
Di ‘Interiors’ de jî, sê xwişkên hev Reneta, Joey û Flyn li ser hevberdana dê- bavên xwe bi malbatî dikevine nav vepirsînên xwe yên hundirîn. Xwişkên ku di neqeba daxwaz û tevgerên dê-bavên xwe de asê mane; dikevina taya jiyan, pîşe û dahatûya xwe.
The Seventh Seal (1957) / Death Knocks(2005)
‘The Seventh Seal’ a Bergman de çîroka şovalyekî ku ji şêren xaçparêz vedigere tê vegotin. Film li Serdema Navîn derbas dibe. Di rola şovalye (Antonius Block) de yek ji jênegerên Bergman Max von Sydow dileyze. Max von, di gelek fîlmên Bergman de rol girtiye lê ev rola wî ya di fîlmê ‘The Seventh Seal’ de yek ji bîrawerên sînemayê ye. Nemaze sehneya ku bi Mirine re kişike dileyze û ew diyalogên hingê. Bergman di vî fîlmê xwe de bi awayekî hişk û wêrek bi Mirin, Xweda û baweriyê re li darî hev dikeve. Bi naveroka xwe fîlmekî zehf felsefik û kartêker e.. Jixwe dema em lê temaşe dikin me dikişîne nava xwe û li orta çîrokê diêxe. Heta dawiya fîlm em wê hewaya Serdema Navîn a taristanî, bêyom û xalî hîs dikin. The Seventh Seal, bi şîrove û vegotinên xwe yên li ser hebûn û bawariyê gelek êşan bi me dide kişandin û Mirinê sor û gizrî li ber çavên me radixe. Dema fîlm bi dawî dibe em baştir fam dikin ku:
Mirin jênerevîn û mîsoger e û di lîstika ku Antonius Block bi Mirinê re leyîst de têk çû -qezenc kiribaya jî rewş nediguherî, wî jî ev yek baş dizanîbû lê hewl dida ku wextê xwe dirêj bike – û bi mirinê hate xelat kirin. Lê nayê zanîn ku mirin xelatek e yan ceza.
‘Death Knocks’ a Woody Allen çendîn ku lîstikek opera-şanoyê bê jî bi fîlmê Bergman ‘ The Seventh Seal’ re pêwendiyên wê yî xurt hene. Lewma em dikarin wan bidine ber hevûdu. Axir lehengên herduyan jî bi Mirinê – mirin di herduyan de jî wek kesekî heye- re rûdinin, lîstikan dileyizin, civat û bazarên xwe dikin. Em dikarin bêjin ku ev şanoya Allen parodiyeke tinazker a ‘The Seventh Seal’ a Bergman e. Di ‘Death Knocks’ de em nûnêrê axretê Mirînê, cilên reş lêbûyî di odeya Nat Ackermanê cilfiroş de -şovalyeyê Bergman bûye cilfiroş- dibînin. Gava ku di odê de ger û fetlê dike, paşê diterpile û bin guhê erdê dikeve û êm hê di serî de bêhêziya mirinê ferq dikin. Mirin û Ackerman li ser bûn û nebûnê civat û niqaşa dikin, dikevine qirika hev de lê Ackerman yeqîn nake ku ew Mirine. Paşê di telefonê de dibêje hevalekî xwe ku hinek henekê xwe pê dikin lewra bi wî “Mirin” yeke- di vê lîstikê de Mirin jin e lê di fîlmê Bergman de Mirin mêr bû- pirr henokoyi ye-. Ackerman û Mirin rûdinin ku bi îskambîlan bileyizin ger qezenc bike dê mirin bihele ku rojeke din bijî; axir Ackerman wi têk dibe û dibêje Mirinê ku: ‘sibê cardin were’. Lê roja din Mirin bo ku perê wê nînin nikare werê. Ev şêwaz û şîrove taybetiyeke karakterîstîk a Allen e. Allen di vê parodiya xwe de, “Mirinê” bêhêz nişan dide û hêza jiyanê beravajî The Seventh Seal a Bergman di ser ya mirinê re digire. Çi ku di Death Knocks’ e de lehengê Allen, jiyana xwe ji destê Mirinê rizgar dike le heta careke din ku “Mirin” dîsa lê vegere lewra çawa be jî mirin mîsoger e.
17.12.2018
*Ev nivîs cara ‘ewil di Kovara Kund, jimara 4. de hate weşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com