“Pîrebok” wê deh rojan li Amedê derbikeve li pêşberî sînemahezan

Yekem fîlmê metrajdirêj ê derhêner û wênekêşê kurd Lutfu Îrdemî yê “Pîrebok” dê di navbera 18-27ê Îlonê de li Bezgîn Bekîr Kulturê (Amed) bê nîşandayîn. Destpêka nîşandayînê: 19.30

“Pîrebok” (2022) ji alîyê derhêner Lutfu Îrdem ve hate kêşandin û senaryoya wê Lutfu Îrdem û Nurullah Kaya bi hev re nivîsandine. Rojda Benteşen, Dîcle Beştaş, Gulbîn Bozan di fîlmê de weke serlîstikvan cî girtine. Fîlmê “Pîrebok” dê deh rojan li Bezgîn Bekîr Kulturê, li Amedê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Fîlmê bi Zazakî “Pirebok” ji 9emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ‘Xelata Federasyona Navnetewî ya Rexnegirên Fîlman (FIPRESCI)’ û ji Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Berlînê (2023) ‘Xelata Derhênerîya Yekem a Herî Serketî’  û li bernameya Xelatên Fîlmên Hunerî ya Sofyayê ya sala ‘Xelata Herî Serketî ya Hunera Mansîyon’ê girtin.

“Pîrebok” ji aliyê pargîdanîya fîlman a Lands of Cinema ve tê belavkirin û di çarçoveya bernameya Wêjegeh Amedê ya Rêbendanê de li Amedê hatibû nîşandayîn. Fîlm, herî dawî li Sofia Art Film Awardsê Xelata Fîlmê Sêwirî yê Herî Serketî/Mansiyonê girt. Derhêner Lutfu Îrdem bi kurtefîlmên xwe yên “Cênîya Nêeysayî” (2016) û Fotografçi” (2018) ve tê naskirin û beşdarî li gelek festîvalên fîlman bû.

Ji bo agahî û bernameya nîşandayîna fîlmê “Pîrebok”

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: