Pîrozbahiyên Star Warsê hat bi paş ve xistin

Pîrozbahiyên Star Warsê ji ber şewba koronayê heta sala 2022’yê hat bi paş ve xistin.

Hat ragihandin ku îsal dê ji ber şewba koronayê, pîrozbahiyên Star Warsê neyê kirin û heta sala 2022’yê hat bi paş ve xistin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Beyazperde’yê de hatiye weşandin, pîrozbahiyên rêzeyên fîlmê Star Warsê di meha Gelawêjê de hatiba li darxistin. Şîrketa ku çalakîyê li dar dixe eşkere kir ku, ji ber vîrusa koronayê û ji bo tenduristiyên beşdarvan û ekîba teknîkê, pîrozbahiyên Star Warsê bi paş ve xistine.

Pîrozbahiyên Star Warsê sala par di meha Avrêlê de bûbû û vê salê jî di navbera dîrokên 27-30’ê Gelawêjê hatiba li darxistin. Hat ragihandin ku pîrozbahiyên Star Warsê ji ber vîrusa koronayê dê di sala 2021’ê neyê kirin û li gorî biryara şîrketê pîrozbahiyan dê di navbera dîrokên 18-21’ê meha Gelaweêja 2020’ê ji nû ve bêne li darxistin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir