Pirtûka “Cinema Speculation” hate weşandin

Pirtûka derhêner, senarîst û çêkerê navdar Quentin Tarantino yê “Cinema Speculation” (Sînema Spekûlasyon) di 1ê Mijdarê de ji aliyê Weşanên Harper Collinsê ve bi îngilîzî hate weşanadin.

“Cinema Speculation” yekem xebata Tarantinoyî ye ku bi awayekî bêpevxistî hatiye nivîsîn û di naveroka xwe de; rexneya fîlman, teorîya fîlman, serkeftineke rojnamevanîyê û dîroka takekesî ya niwaze tîne li cem hev. Pirtûka nû, ji nivîsên ceribandin ên Quentin Tarantinoyî pêk tên û derhêner, fîlmên herî girîng ên ku di salên 1970an de li Amerîkayê hatine kişandin vedikole û ji rêzenivîsên rexnegir Pauline Kaelî îlhama xwe digire. Berhem di 25ê Cotmehê de hatiba weşandin lê di 1ê Mijdarê de derket li pêşberî xwîneran û di bergê wê de wêneya lîstikvan Steve Mcqueen û derhêner Sam Peckinpahî cih digire ku di sala 1972yê de li seta fîlmê “The Getaway”ê hatiye kişandin.*

Derhêner Quentin Tarantino roja borî ji bo danasîna pirtûka xwe ya nû ya bi navê ‘Cinema Speculation’ bû mêvanê bernameya televîzyonê ya Jimmy Kimmelî. Tarantino li bernameya TVyê lîsteyeke fîlman eşkere kir ku tê de li gorî wî “7 fîlmên bêqisur” cih digirin. Pirtûka din ya derhênerê ya bi navê “Once Upon a Time in Hollywood” (2021) di lîsteya rojnameya New York Timesê de bûbû yekemîn.

Quentin Tarantino herî dawî fîlmê xwe yê ”Once Upon A Time In Hollywood” (2019) kişand û di bernameya gelek festîvalên fîlman de xelat girtin. Derhênerê hoste yê sînemayê Tarantino li seranserî cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “The Hateful Eight”, “Pulp Fiction”, “Kill Bill”, “Inglourious Basterds”, “Reservoir Dogs” ve tê naskirin û heta niha gelek pirtûkên wî hatine weşandin.

Lînka pirtûkê:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: